Friday, December 11, 2009

HPG’ê çalakî girt ser xwe


11/12/2009

HPG’ê çalakiya li Tokatê ku çawîşekî pispor û 6 leşker hatibûn kuştin, 3 leşker jî birîndar bûbûn girte ser xwe. HPG’ê ragihand ku çalakî ji aliyê yekîneyeke girêdayî Eyaleta Dersimê ve bi şêwazê bikaranîna însiyatîfê pêk hatiye.
Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî çalakiya li Tokatê pêk hatibû û 7 leşker hatibûn kuştin 3 leşker jî birîndar bûbûn de daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniya HPG’ê de hate destnîşankirin ku çalakiya di 7’ê kanûnê de li navçeya Reşadiyê rû daye ji aliyê hêzên wan ve hatiye pêk anîn û ev çalakî beyî fermana Biryargeha Navendî bi înîsiyatîfa yekîneyên gerîla yên li herêmê pêk hatiye. HPG’ê ragihand ku dema "şehadet û Ocalan" bibe mijara gotinê mafê her yekîneyê heye ku çalakiyên bersivdayinê yên bi înîsiyatîfa xwe pêk bîne. HPG’ê di daxuyand ku çalakiya pêk hatî çalakiyeke bersivdayina êrîş û operasyonên dewleta tirk e û wiha hate gotin: “Li gorî biryara ku tevgera me stand ji meha Nîsanê ve hêzên me di pozîsyona bêçalakîbûnê de ne. Tevî vê yekê jî operasyonên tunekirinê yên Artêşa Tirk, zexên li ser gelê kurd, polîtikayên çewisandina saziyên demokratîk û êrîşên li ser şert û mercên Rêberê me ku ji bo me sedema hebûnê ye kêm nebûn, berovajî her çû zêde bûn. Di vê çerçoveyê de di demên dawî de li herêmên Gabar û Cûdî li hember gerîlayan operasyon pêk hatin. Li Amedê Aydin Erdem hate qetilkirin. Li dijî Rêbertiya me polîtikaya avêtina çala mirinê hat meşandin. Ji bo bersivdayina van polîtikayan beyî ku Biryargeha Navendî ya me fermanê bide, yekîneyeke girêdayî Eyaleta Dersimê bi înîsiyatîfa xwe di 7’ê Kanûnê de li herêma Sazak a Reşadiyeyê li hember yekîneyeke Artêşa Tirk çalakiyek pêk ani. Di çalakiyê de 7 leşker mirin 3 leşker jî birîndar bûn. Di tevahiya pêvajoya bêçalakîbûnê de li hember her cûre êrîşên sîstema TC’ê hêzên me bi hestiyariyeke mezin tevgeriyan. Lê divê ev yek bê zanîn ku hêzên parastina gelê kurd ên rewa dema Rêbertiya me û şehadet bûne mijara gotinê pir hasas in. Dema mijar ev be her yekîneya me heye ku çalakiyan bi înîsiyatîfa xwe pêk bîne.” BEHDÎNAN / ANF

No comments:

Post a Comment