10/12/2009 |
Rêkxistiya Lêxweşbuna Navnetewî radgehînît rewşa mafên mirovan li Îranê hêj wek li pêş 20 salanxirabe û daxaz ji desthelatdarên Îranî kirye ku li ser tawanên zêdegaviyê bi temamî vekolînê biken.
Li nav raportekê, Rêkxistiya Lêxweşbunê eşkere kir ku hêzên parastinê yên ser bi hikûmetê ve, li nav xwenîşandanên piştî helbijartinên serokayetiyê, zêdegavî li xwenîşanderan dikir.
Rêkxistiyê Sipayên Pasdaran û Besîc tometbar kirin bi tawanên dest dirêjiyê, zêdegavîyê, û gef lê kirinê li ser wan kesên hatîne desteser kirin.
Nêzîkî 4,000 kes hatine desterser kirin piştî xwenîşandanên meha 6 li Îranê. Rêkxistiya Lêxweşbuna Navnetewî radgehînît hêj 200 kes li zîndanê ne.
Her wisa tê ragehandin ku li dema xwenîşandanên xwendevanan vê heftiyê, nêzîkî 200 kes hatine desteser kirin.
© VOA
No comments:
Post a Comment