Tuesday, December 1, 2009

Ji hunermenda tunusî stranên kurdî


01/12/2009

CELÎL DEMÎRALP / KOLN - ANF
Hunermend Emel Mathlouthi li Tunusê ji malbateke rêzê ji dayik bû û di demeke kurt de di nav hunermendiyê de cih girt. Hê 7 saliya xwe de pêşandanên kûçeyan yên biçûk li dar dixist. Emel Mathlouthi, îro bi kurdî û gelek zimanên din distrê.
Hunermenda tunusî Emel Mathlouthi besteyan çêdike, stranan dibêje û bi tarzê xwe yê nû reng dide muzîka Tunusê. Emel di sala 1982’an de ji malbateke ji rêzê ji dayik bû. Di temenê biçûk de bi muzîkê re eleqedar bû û hê 7 saliya xwe de bi koreografî, skeç û stranan ve pêşandanên kûçeyan li dar xist û organîze kir.
Emel piştî 10 saliya xwe bi dest gotina stranan dike, demekê bi şanoyê re eleqedar dibe lê piştî demekê dîsa dest bi gotina stranan dike. Eleqeya wê ya ji bo stranbêjiyê ji şanogeriyê girantir derdikeve. Li zanîngehê tevî komek hevalên xwe derdikeve ser dikê û di 19 saliya xwe de derdikeve turneyan û bi tarzê rock distrê.
Rastiyên jiyanê distrê
Hunermenda tunusî di 22 saliya xwe de bi tarzê solo stranan dibêje û di heman demê de gîtarê jî hîn dibe. Di jiyana wê de noqteya herî girîng jî ew e ku hunermendê lubnanî Marcel Khalifa nas dike. Sêx Melayê misirî ji bo tarzeke cûda alîkariyê dide û serhildana hundirê xwe tîne ziman. Yekem besteya profesyonel a hunermend strana ‘Khaief’ e ku vê stranê di sala 2004’an de çêdike. Êdî di wê baweriyê de ku divê hemû kes bi zimanê xwe yê zikmakî bistrê û xwe bi zimanê xwe bîne ziman. Yekem albuma wê jî bi navê vê stranê derdikeve û di vê albumê de 7 stranên bi tarzên cuda cih digirin.
Dema li Parîsê hunermendekî penaber e bi navê Helma albuma xwe ya duyem derdixe û di vê albumê de 8 stran cih digirin.
Emel di sala 2006’an de di pêşbirka radyoya RFI’ê ya muzîkê de dikeve dereceyê û di gelek sahneyên navûdeng de derdikeve û konseran dide. Di stranên wê de mirov dibîne ku bi awayekî otobiyografya wê jî tê vegotin. Ev rastî êş û bûyerên ku giran jiyane vedibêje.
Beşdarî merasîmê bû
Her wiha dîsa di dengê wê de hest, evîna jiyanê, bedewî û xweşikbûna tiştên biçûk, bêhêwîtî, li hember xirabiyên cîhanê têkçûna xeyalan, li hember derketina kevneşopiyan, peyman, tecrube tên stirîn. Dîsa girîngiya ziman û nasnameyan bi stranên xwe ve tîne ziman.
Di nav van stranan de strana kurdî ya bi navê ‘Ahmedo’ jî cih digire. Emel di 7’ê mijdarê de beşdarî merasîma xelatdayînê ya 17’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî bû. Emel di merasîmê de strana Kazim Koyuncû ya bi navê ‘Ben Senî Sevdugîmî’ û strana erebî ya bi navê ‘Che Guevera’ got û rastî eleqeyeke mezin hat. Kesên bixwazin dikarin ji vê navnîşanê li strana Emelê guhdar bikin;
Ji bo strana kurdi: http://www.youtube.com/watch?v=NeJR6m4yRhY&feature=related
Ji bo strana tirkî: http://www.youtube.com/watch?v=7IDPJvVLmpk
Ji bo strana Che Guevara: http://www.youtube.com/watch?v=cb27bXBH5sU

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment