Li Sêrtê bi armanca bal kişandina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîda li dijî Ocalan li Garaja Şaredariyê mîtîng pêk hat. Polîsan mudaxaleyî girseya beşdarî mîtîngê bibûn kir û xwest ciwanekî binçav bikin. Bi vê yekê re bûyer mezin bû û polîsan zêdeyî 20 kesan binçav kirin. Piştî mudaxaleya polîsan pevçûn li nava taxan belav bû. Li Mêrsînê jî pêşandanên ku ji bo şermezarkirina şert û mercên Ocalan dest pê kiribûn, duh dîsa dest pê kir. Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir. Dema rojnameya çû çapê li her du bajarn jî pevçûna di navbera çalakger û polîsan didomiya.
© Azadiya Welat
|
No comments:
Post a Comment