Monday, December 21, 2009

KCK: VEKIRINA PENCERÊ LI HUCRA MIRINÊ NE HÊJAYÊ GUFTUGOYÊ YE JÎ

KCK: VEKIRINA PENCERÊ LI HUCRA MIRINÊ NE HÊJAYÊ GUFTUGOYÊ YE JÎ

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ku AKP polîtîkayeke qirêj a qirkirina Kurdan bi destê Kurdan dimeşîne.

Di serî de hikûmeta Herêma Kurdistana Federe, KCK'ê ji hêzên başûr hemûyan xwest ku li dijî vê polîtîkayê hestiyar bin û got; divê ti kurd xwe tevlî vê polîtîkaya xeter û komkujiyê neke.

KCK'ê di daxuyaniya xwe de bersiv da hewildanên dewleta Tirk ên ku bi armanca veşartina êşkenca Îmraliyê tên kirin.

KCK'ê got; "vekirina pencereya nû, rastiya hucra mirinê ya rêbertiya me têde, naguherîne. Heta ku ev sîstema mirinê neyê guhertin, wê rojeva me ya yekemîn her tim tendurustî û azadiya rêberê me be"

KCK: VEKIRINA PENCERÊ LI HUCRA MIRINÊ
NE HÊJAYÊ GUFTUGOYÊ YE JÎ

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê polîtîkayên tesfîyekirinê yên PKK'ê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK'ê bibîr xist ku gelê Kurd li dijî êşkenca Îmraliyê îrade û berxwedaneke bi hêz derxistiye holê.

Di daxuyaniyê de tê gotin, dewleta Tirk, bi hin guhertinên piçûk nikare rastiya hucra mirinê biguherîne û wiha dewam kir:

"Li holê ye ku gavên piçûk yên weke vekirina pencerê li hucra mirinê, li ser navê başkirinê, ne hêja ye mirov nîqaş jî bike. Heta sîstema mirinê ya Îmraliyê neyê girtin, wê mijara yekemîn a tevgera me û gelê me, hertim tenduristî û azadiya rêberê me be. Di nava meha dawî de, dewleta Tirk û hukûmeta AKP'ê li dijî serhildanên gelê me rê û rêbazên hovane bikar anîn, Aydin Erdem, Necmî Oral û Kemal Agca qetil kirin, bi sedan kurd hatin birîndarkirin, bi hezaran kes binçavkirin û girtin. Tevî van hemûyan jî, gelê me serhildanên xwe xurt kirin. Careke din nîşanî tevahiya cihanê da ku ti kes wê nikaribe îradeya gelê Kurd û rêxistinbûyîna wî, bi paş ve bibe. Divê herkes vê biryardariya azadiyê ya gelê Kurd bibîne û fêm bike."

KCK'ê careke din serhildana gel silav kir û got, gelê me, heta tenduristiya rêber Apo, ewlehiya wî û azadiya wî misoger bibe, divê vê hestiyarî û têkoşîna xwe dewam bike.

KCK: HEWILDANÊN QIRKIRINA KURDAN
BI DESTÊ KURDAN PÛÇ IN

KCK'ê anî ziman, ku hikûmeta AKP'ê, ji bilî DYE û hikûmeta Iraqê, dixwaze hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Federe jî tevlî pîlana tesfîyekirinê bike û bal kişand ser vê mijarê:

"Li Bexdayê û Hewlerê jî, bi vê armancê civîn tên kirin. Dixwazin wargeha Mexmûrê belav bikin û bi vî awayî di plana tesfiyekirinê de gavan bavêjin. Divê herkes zanibe ku xetên sor ên Mexmûriyan jî hene. Hewildanên Atalay pûç in. AKP polîtîkayeke qirêj a qirkirina Kurdan bi destê Kurdan dimeşîne. Di serî de hukûmeta Başûrê Kurdistanê, em bang li tevahiya gelê xwe yê li Başûr, partiyên siyasî dikin, da ku hestiyar bin. Divê partiyên siyasî û saziyên kurd hemû ji vê polîtîkaya dewleta Tirk a xeter û kujêr dûr bisekinin."

KCK: DIVÊ TI KURD CESARETÊ NEDE PLANÊN TESFÎYEKIRINÊ,
NEKEVE NAVA HEWILDANÊN BI VÎ RENGÎ

KCKê got, dem ne dema ku kurd li hemberî hev bên bikaranîn û ji neyarên xwe re xizmetê bikin, dema Konferanseke ji bo yekitiya neteweyî ye û wiha dewam kir:

"Dev ji alîkariya neyarê xwe berde, divê ti Kurd hêvî û cesaretê nede neyarê xwe û li gorî vê yekê hestiyar tevbigere. Li aliyekî neyarên gelê Kurd, ji bo Kurdan bê-îrade bikin û teslîm bigrin di nava xwe de ewqasî îtifaqan pêk tînin, li aliyê din, gelê Kurd jî hemin divê di nava xwe de yekitiyê pêş bixe û xwe bi rêxistin bike. Ev pêdivî, ji her demê zêdetir xwe ferz dike. Ji bo parastina destketiyên parçeyên Kurdistanê hemûyan ev yek şert e."

KCK: DI 31. SALVEGERA QETLÎAMA MEREŞÊ DE
HUKÛMET DIXWAZE KURDAN BIHELÎNE
Di daxuyaniya KCK'ê de, bi rasthatina 31. salvegera komkujiya Mereşê, kesên jiyana xwe ji dest dayî jî hatin bibîranîn.

KCKê destnîşan kir ku AKP'ê îro polîtîkaya helandina elewiyan xistiye meriyetê, bi vexwendina yek ji kujêrên elewiyan a ji bo koma xebatê ya Elewiyan jî, ev yek nîşan daye.

Di daxuyaniyê de herî dawî jî bal hat kişandin ser planên tesfiyekirinê û şerê psîkolojîk yê bi rêya çapemeniyê tê kirin û li dijî vê yekê banga rêxistinbûyîneke xurtir hate kirin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment