Monday, December 21, 2009

Li Êlih, Colemêrg û Wanê xwendekar neçûn dibistanan

Li Êlih, Colemêrg û Wanê xwendekar neçûn dibistanan
Li Colemêrg û Wanê xwendekaran bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtina DTP'ê û daxwaza zimanê zikmanî, dibistan boykot kirin û neketin dersan. Li Êlihê jî bi heman armanca xwendekaran xwest 'Sondxwarin' a li dibistanan bê rakirin.

Li Êlihê bi armanca şermerazkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî ders boykot kirin û neçûn dibistanan. Bi sedan xwendekarên li Dibistana Yavuzselîm û ÎMKB'ê li hev civîyan, dowîzên "Bijî zimanê Kurdî", "Zimanê me heviyame ye", "Zorakên girti bila bên berdan", "Êdi bes e red û inkar", "Em sonda Tirkî naxwazin derewan nakin", "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî aşti" bilind kirin. Xwendekaran dirûşmeyên "Bêyî ziman jiyan nabe", "Em zimanê xwe dixwazin" berz kirin û strana "Zimanê Kurdî" strîn. Weliyên xwendekaran û rêveberên KURDÎ-DER'ê jî piştgirî dan çalakiya xwendekaran. Bi sedan xwendekarên li ber Dibistana Seretayî ya ÎMKB li hev kom bûn daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Xwendekara Lîseya Ataturk Rafîye Turkan, daxuyanî xwend. Turkan, diyar kir ku edê ew her tiştî zanin û dibînin û xwest êdî mafê kurdan neyê binpêkirin. Turkan, anî ziman ku zimanê wan ê zikmakî qedeye û xwest ew jî wekî neteweyên cîhanê karibin bi awayekî fermî perwedehiya bi zimane zikmakî bibînin.Turkan, bal kişand ser sondxwariya li dibistann û wiha got: "Em diçin dibistanê her roj bi zimanê tirkî sond dixwin. He hînî derewan dikin. Dibêjin xwe înkar bikin. Dibêjin bibêjin 'Ez tirkim, rastim zane me' Lê em ne tirkin."

'Bila sondxwarin rabe'

Li ber Dibistana Seretayî ya Yavuzselîm jî bi sedan xwendekar li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Zeynep Çetîn, daxuyanî xwend û xwest êdî li dibistana xwendina 'Sondxwarin' rabe. Çetîn, anî ziman ku bi vê sondê xwendekaran asîmîle dikin û xwesd dawî li vê polîtîkayê bê. Çetîn, da zanîn ku ew dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û zimanê wan bibe zimanê fermî.

Li Wan û Colemêrgê jî dibistan hatin boykotkirin

Li Colemêrg, navçeyên Gever, Şemzînan û Bajarê Wanê jî xwendekaran bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtina DTP'ê û daxwaza zimanê zikmanî, dibibstan boykot kirin. Ji ber boykotkirinê gelek pol vala man û ders nehatin kirin. Li Colemêrgê û navçeyên wê ji sedî 60 ders nehatin dîtin. Her wiha li navçeyan ewlehiyek fireh hate girtin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment