|
Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, li gel heyeta Tirkiyeyê piştî bi Serokê Herêma Kurdistan a Federal Berham Salîh re hevdîtin çêkir, bêyî ku axuyaniyê bide vegeriya. Hate gotin ku ji ber Atalay, tiştê dixwest bi dest nexistiye daxuyanî nedaye û vegeriya ye.
Heyeta Tirkiyeyê, ligel Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşîr Atalay, ji bo valakirina Wargeha Penaberan a Maxmurê û li dijî PKK'ê duh çûn Paytextê Bexde yê Iraqê. Heyeta Tirkiyeyê, piştî di civîna sêkoşe ya Tirkiye, Emerîqa û Iraqê de civîyan, derbasî Herêma Federal a Kurdistane bûn. Heyet, serê sibê li Hewlerê bi Mesût Barzanî re hevdîtin çêkir û ji wir jî derbasî Avahiya Serokatiya Herêma Feredal a Kurdistan bû. Heyet li vir ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Kerîm Sîncarî ve hat pêşwazîkirin û piştre derbasî avahiya Serokê Herêma Kurdistan a Federal Berham Salîh bû.
Heyet nêzî 2 saetan bi awayekî ji çapameniyê re girtî bi Berham Salîh re hevdîtin çêkir. Wezîr Atalay, piştî civînê bêyî têkildari naveroka civînê de civîna çapemeniyê pêk bîne ji Hewlerê veqetiya. Ji ber ku Atalay daxuyanî neda û veqetiya, rê li pêşiya şiroveyên 'Tiştê ku dixwest bi dest nexist. Hikûmeta herêmê ji bo valakirina Maxmûrê û tasfiyekirina PKK'ê erênî nêzîk nebû.' hat şirovekirin. Çav li rêye ku Atalay îro vegere Tirkiyeyê.
Di dema hevdîtan Wezîr Atalay û Serokê Kurdistana Federal Salîh hevdîtin çêdikir, Berdevkê Hikûmeta Herêmê Kawa Mahmut pirsê rojnamegeran bersivand û diyar kir ku wan her tim ji Tirkiyeyê re gotiye ew li dijî PKK'ê hilbijartina leşkeriyê nakin û wiha got: "Me her tim ji heyeta Tirkiyeyê re got em li dijî PKK'ê hilbijartina leşkeriyê bikar nînin. Ji bo li Tirkiyeyê pirsgreka kurd bi riyên demokratîk çareser bibe, çi destê me bê em dê bikin."
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment