|
Parêzerên endamên Komeleya Dadmendên Hemdem (ÇHD) bi armanca darizandina berpirsyarên 'Operasyona Vegera Jiyanê' ku bû sedema Komkujiya 19'ê Kanûnê gilî kir.
Parêzerên endamên ÇHD'ê bi armanca darizandina berpirsyarên Operasoyna Vegera Jiyanê ku bû sedema qetilkirina 32 girtî 2 leşkeran a li Girtîgeha Bayrampaşayê li Edliyeya Eyûbê gilî kir. Parêzerên li ber edliyeyê hatin cem hev daxuyaniyê dan çapemeniyê. Ji ber ku polîsan destûr neda daxuyaniya parêzeran, rageşiyek dem kin derket holê. Piştî gengaşiyê li ser navê parêzeran Several Ballikaya axaftinek kir û bi tundî Komkujiya 19'ê Kanûnê şermezar kir. Ballikaya xwest ku di zûtirîn demê de pêvajoya hiqûqê bê destpêkirin.
Ballikaya derbirî ku komkujî li hemberî gel pêk hatiye û wiha axivî: "Dozê her tim gîro dikin. Naxwazin navnîşanên berpirsyaran jî tespît bikin. Daxwazên me nabînin. Dixwazin dem di ser dozê de derbas bibe û kujer bên xilas kirin. Lê wijdana civakê tu caran vê komkujiyê ji bîr nake. Em jî dawiya vê yekê bernadin û dê têkoşîna me bidome." Piştî daxuyaniyê parêzeran li Edliyeya Eyûbê derbarê berpirsyaran de li Serdozgeriya Komarê ya Eyûbê gilî kir.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment