Monday, December 21, 2009

POLÎTÎKAYA TESFIYEKIRINÊ YA AKP'Ê

POLÎTÎKAYA TESFIYEKIRINÊ YA AKP'Ê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn der barê çapemeniya Tirk de jî axivî û bal kişand ser helwesta wê ya hewl dide ser rewşa li Îmraliyê bigire.

Tekîn got, ji bo xapandina raya giştî şerekî psîkolojîk tê meşandin û got, ew guhertinên wan ji aliyê gelê Kurd ve weke gav jî nayên qebûlkirin. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin.

BOZAN TEKÎN: RÊBERÊ ME DI ÇALA MIRINÊ DE YE
ÇAPEMENÎ BI ŞERÊ PSÎKOLOJÎK RAYA GIŞTÎ DIXAPÎNE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn behsa hin guhertinên li Îmraliyê kir û got: dema bêhndanê li hewşê derxistine 2 saetan û di hucreya wî de pencereyek vekirine, lê diviyabû ev jixwe bihatana kirin.

Tekîn anî ziman ku armanc xapandina raya giştî ye û wiha dewam kir: "Ev gavên ku hatine avêtin bersivê nadin bendewariyên gelê kurd. Em van weke gav jî nahesibînin. Em weke tevger jî, gel jî azadiya rêberê xwe dixwazin.

Bozan Tekîn destnîşan kir, ku di çapemeniya Tirk de, weşana ji bo sergirtina êşkenceya Îmraliyê zêde bûye û got;

Yanî çi kirine, di hucra mirinê de 2 pencere vekirine. Hem tu rêberê gelekî davêjî cihekî wiha, hem jî dibêjî me pencere vekirin. Ev rêbazên şerê taybet, şerê psîkolojîk in.

Tevgera Azadiya Gelê Kurd jî, civînên li Başûr Kurdistanê, ji nêz ve dişopîne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn got, armanca civînan ew e ku pê zextê li hêzên başûr bikin û wan neçarî tevlîbûna êrîşên berfireh ên li dijî Tevgera Kurd bikin.

Tekîn herwiha bang li rêveberiya Herêma Federe jî kir û got, "Qelskirina PKK'ê qelskirina deskeftiyên Kurd e. Em li bendê ne ku Hêzên Başûr jî, li dijî vê siyaseta qirêj helwest nîşan bidin."

BOZAN TEKÎN: ZEXTÊ LI HÊZÊN BAŞÛR DIKIN Û BI VÎ AWAYÎ
DIXWAZIN WAN JÎ TEVLÎ ÊRÎŞEKE BERFIREH BIKIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn, doh êvarê tevlî bernameya Televizyona me Sêla Sor bû.

Tekîn civînên 4 alî yên li Bexta û Hewlêrê pêk tên nirxandin.

Tekîn bibîr xist ku girtina DTP'ê û êşkenceya Îmraliyê rastî nerazîbûna gelek partiyên Başûr jî hatine, lê bêdengiya hikûmeta herêmê li dijî van pêkanînan jî, mijara rexnekirinê ye.

Bozan Tekîn got, hikûmeta herêma Başûr, herî kêm dikarîbû helwesta xwe ya li dijî şaştiya girtina partiyekê rave bikira.

Tekîn anî ziman, ku heyeta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, niha ji bo êrîşeke muhtemel, dixebite û dixwaze ji vê yekê re zemînê amade bike.

"Diyar e, ku zextê li hêzên Başûr dike û dixwaze wan jî tevlî êrîşek berfireh ya wê li dijî tevgera me pêk were, bibin. Xebatên wan li ser vê bingehê ye."

TEKÎN: EM LI BENDÊ NE KU HÊZÊN BAŞÛR LI DIJÎ VÊ
SIYASETA QIRÊJ BIBIN XWEDÎ HELWEST

Bozan Tekîn anî ziman ku tevlîkirina hêzên Başûr nava vê plana tesfîyekirinê ji DYE'yê jî hatiye xwestin û got, "Em li bendê ne ku Hikûmeta herêmê li dijî vê siyaseta qirêj helwestê nîşan bide.

"Em dixwazin gotin û pratîka hêzên başûr hevgirtî bin, ji gav û tevgerîna ku cesaretê bidin dewleta Tirk dûr bisekinin. Ev doz doza yekîtiya neteweyî ye. Doza yekitiya Kurdan e. Doza hebûnê ye. Qelsbûna PKK'ê qelsbûna Başûr e, qelsbûna destkeftiyan e. Em di wê baweriyê de ne ku hêzên başûr beşdariyê nekin li nav siyaseta qirêj ya ku li dijî berjewendiyên wan e jî."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment