Monday, December 21, 2009

Nebin hevkarên îmhaya kurdan


21/12/2009

Ji Tirkiyeyê sê daxwaz
Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Beşîr Atalay ji bo ku tevli civîna sêalî ya Tirkiye, Iraq û Amerîkayê bibe çû Bexdayê. Rojekê beriya Atalay jî yek ji serkêşên polîtîkaya AKP’ê ya der barê kurdan de parlamenterê Edeneyê Dengîr Mîr Mehmet Firat hate Herêma Federal a Kurdistanê bi Serokê Herêmê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî.
Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, ji bo beşdariya civîna mekanîzmaya sêalî çû Bexdayê. Beriya serdana wî ya Herêma Federal a Kurdistanê, Parlamenterê AKP'ê yê Edeneyê Dengîr
Mîr Mehmet Firat, bi Mesûd Barzanî re hevdîtin çêkir. Hate zanîn ku Firat, di hevdîtina li meqama Barzanî ya li bajarê Selahedînê de, "Polîtîkaya vekirinê" vegotiye. Firat ji ber li hemberî girtina DTP'ê û şert û mercên girtîgehê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel gelekî partiyên kurdan peyamên şermezarkirinê şandine û hikûmeta herêmê bêdeng maye kêfxweşiya xwe aniye ziman.
Wezîrê Karên Hundir Atalay ku duh çû Bexdayê dê îro beşdarî civîna mekanîzmaya sêalî ya Amerîka-Iraq-Tirkiye bibe û dê der barê girtina Wargeha Penaberan Mexmûrê de, bikeve nava hewldanan.

ATALAY ÇI GOT ?
Beşîr Atalay beriya ku biçe Bexdayê li Balafirxaneya Esenbogayê daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku ji 18’ê mijdara 2008’ê şûnde hevdîtinên mekanîzmaya sêalî pêk tên û di vê çarçoveyê de ew ê di civînê de nêrînên xwe bi rayedarên Amerîka û Iraqê re parve bike.
Atalay got ku mekanîzmaya sêalî, heta niha berbendiyên wan ne bersivandine û wiha got: “Em ê bi piştgiriya birayên xwe yên iraqî û hevkarê xwe Amerîkayê re ji bo ku hebûna PKK’ê li Iraqê bi dawî bibe, kamp bêne girtin, serkêşên wan bêne girtin û radestî Tirkiyeyê bêne kirin, bikevin nava hewldanan. Di vê çarçoveyê de daxwazên ku di civîna 28’ê tîrmehê de hatine ziman dê careke din bên dubarekirin.”
Atalay zelal nebêje jî, daxwazên wan ên ji Herêma Federal a Kurdistanê jî hene. Atalay dibêje ew ê ji rayedarên Hikûmeta Başûr re bêjin ku hebûna PKK’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê zirarê dide pêvajoyê ‘yekgirtina biratiya neteweyî’.

TIRKIYE DÊ ÇI BIXWAZE?
Li gorî çavkaniyên dîplomasiyê Atalay dê di sê noqteyan de daxwazên dewleta tirk ên ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêz bike : 1- Ji bo ku kampên gerîlayan ên li başûrê Kurdistanê bêne girtin dê hevkarî bê xwestin. Ji bo pêkhatina vê gavê jî divê dê bê xwestin ku ambargo li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bê danîn. 2- Kampa Penaberan a Mexmûrê bê girtin û 11 hezar penaberên li vê kampê niştecih in radestî Tirkiyeyê bêne kirin. 3- Dê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê xwestin ku dijberiya xwe ya li hemberî PKK’ê îlan bikin û bibin hevkarên Tirkiyeyê.
Li gorî heman çavkaniyan Tirkiye herî zêde girîngiyê dide xala sêyemîn û ji bo pêkhatina vê dijberiyê çi ji destê Tirkiyeyê tê dike. Jixwe çûna Dengîr Mîr Mehmet Firat a Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin.

GEL ÇI DIBÊJE ?
Heman çavkanî tînin ziman ku gelê Başûr li hemberî vê daxwazê bi bertek e û piştgiriyê nade vê polîtîkayê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî demek beriya niha anî bû ziman ku ne mimkûn e gelê Başûr bibe hevkarê polîtîkayên ji bo tasfiyekirina PKK’ê.
Li aliyê din xwendekarên ji Kampa Penaberan a Mexmûrê ku li Zanîngeha Selahedînê nerazîbûna xwe ya ji bo çûna Atalay a Bexdayê anîn ziman û bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku nebin piştevanê polîtîkaya înkar û îmhaya gelê kurd. HEWLÊR

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment