Monday, December 21, 2009

Bi birçîbûnê terbiye dikin


21/12/2009

115 hezar malbat birçî hatin hiştin
NAVENDA NÛÇEYAN - AMED
Hikûmeta AKP’ê jî wekî hemû hikûmetên beriya xwe îdia dike ku pirsgirêka kurd dê bi rêbazên aborî û sosyal bê çareserkirin. Li gorî wan sedemê nerazîbûna kurdan li hemberî dewletê aboriye û ji ber ku feqîrî zêde ye, ciwan betal in derdikevin çiyê. Ligel ku xwedî vê îdiayê ne, di warê aborî de bakurê Kurdistanê difetisînin. Di serdema Hikûmeta AKP’ê de 17 fabrîqe û karîgeriyên (îşletme) tûtinê li bakurê Kurdistanê dane girtin. Bi tenê li Amedê hezar û 69 karker betal hatin hiştin û 16 hezar malbatên ku debara xwe ji tûtinê dikir, bêdebare hatin hiştin. Li bakurê Kurdistanê, bi giştî 115 hezar malbatên ku debara xwe ji tûtinê dikir, bêdebar hatin hiştin.
Ligel Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ji salên 80’ê şûnde hemû îktîdarên Tirkiyeyê li hemberî gelê kurd heman tişt got: ‘Ji ber ku betalî û feqîrî zêdeye, ciwan derdikevin çiyayan. Dema derfetê kar û xebatê ji ciwanan re bê dayîn dê pirsgirêka kurd ji holê rabe.’Ji salên 91’î heta niha 31 paketên aborî yên ji bo bakurê Kurdistanê hatin îlankirin. Lê pakêtek bi tenê jî serkeftî nebû. Hemû hikûmetan ji bo xapandina gelê kurd lîteratûra aborî derxist pêş û xwestin kurdan bi meqerne û savarê bixapînin.
Ligel ku qala razemeniya aborî dikir, di warê razemeniyê de gavek bi tenê jî nehate avêtin. Tevan qala pakêtên xwe kir, lê ji hundirê wan pakêtan ji bo gelê kurd tiştek derneket. Bi taybetî di salên 90’î de karsazên cerdevan hatin afirandin û bi tamahkariya ji bo pere xwestin berê gel bidin dewletê.
Di nava şev û rojan de karsazên cerdevan hatin afirandin û karsazên cerdevan bûn xwedî holdîng. Lê tu kesê serekaniya maldariya karsazên cerdevan nepirsî. Dewletê razemeniya ji bo çek û avakirina baregehên leşkerî yên li bakurê Kurdistanê bi reqemên aborî wekî razemeniya ji bo ‘herêmê’ nîşan dan. Bi vê riyê karsazên xwe afirandin û kirin xwedî sermaye.

PÊLA ARÎZEKIRINÊ
Rêbaza ji bo salên 90’î di hate bikaranîn ev bû. Heta serdema Hikûmeta AKP’ê rêbaz ev bû. Pêla arîzekirina razemeniyên cemawerî ku ji destpêka salên 90’î şûnde dabû destpêkirin, bi ‘gumana dê karsazên kurd ên welatparêz bibin bikir’; razemeniyên cemawerî yên li bakurê Kurdistanê nehatin firotin. Ji bo wê demê, razemeniyên cemawerî wekî wargehên dijberiya hişyarbûna civakî ya gelê kurd xwestin bi kar bînin.
Li bakurê Kurdistanê karker an jî kedkar wekî nîmeteke çînajotinê dihatin bikaranîn. Heke hûn li Kurdistanê, di dezgeheke dewletê de xwedî kar bûna, ev ji bo we ‘nîmeteke mezin’ bû. Li bakurê Kurdistanê yên xwedî mal û avahî ew bûn ên ku di dezgeheke dewletê de derfetê xebitînê bi dest xistibûn. Dewletê di vî warî de propagandayeke mezin dimeşand û siyasetmedarên ji Kurdistanê dest dane dewletê bi vê riyê hem bingehê xwe yê siyasî qahîm dikir û hem jî propagandaya dewletê di nava gel de dimeşandin.

POLÎTÎKAYEKE NÛ…
Ligel desthilatdariya Hikûmeta AKP’ê ev polîtîkaya dewletê guherî. Vê carê polîtîkaya bi birçîbûnê terbiyekirin ket dewreyê. AKP, çawa hate ser kar, dest bi arîzekirina fabrîqe û karîgeriyên cemawerî kir. Bi polîtîkaya arîzekirina fabrîqe û karîgeriyên cemawerî, nêzîkbûneke nû ya li hemberî gelê kurd jî dan destpêkirin.
Polîtîkaya dewletê ya ku li Kurdistanê pêkanîna çîneke xwedî îmtiyaz guherî. Li gorî Hikûmeta AKP’ê ev polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan serkeftî nebûye. Divê nêzîkbûneke nû bihata nîşandan.
Di vê çarçoveyê de ‘Polîtîkaya bi Birçîtiyê Terbiyekirin’ xistin dewreyê. Bi vê polîtîkayê dewleta tirk xwest vê peyamê bide gelê kurd: Yan hûn ê bê şert û merc bindestiya me qebûl bikin û ev çi bidin we hûn ê pê qaîl bibin an jî hûn ê birçî bêne hiştin.
Hikûmeta AKP’ê bi israr ev polîtîka meşand. Di serdema vê hikûmetê de aboriya bakurê Kurdistanê hate serobinkirin. Li Kurdistanê, ji bilî sewalkariyê çandinî bingehê herî xurt ê jiyana aborî ye. Li gorî qeydên Sendîqaya Tek Gida-Îş’ê li bakurê Kurdistanê 115 hezar malbat debara xwe bi çandina tûtinê dikin. Di salên 90’î de ji ber koçberkirin û qedexekirina zozanan sewalkarî li bakurê Kurdistanê anîn asta tunekirinê. Di pêla duyemîn de hate xwestin ku çandiniyê jî bi dawî bikin. Hikûmeta AKP’ê ev peywîr girt ser xwe û dest bi kar kir.

17 FABRÎQE Û KARÎGERÎ
Ligel ku li hemberî vê polîtîkayê berxwedaneke sendîkayê pêk hat jî serkeftî nebû. Li bakurê Kurdistanê; li navenda Amedê fabrîqeyek û karîgeriyek, li navçeyên Bîsmil û Farqînê karîgerî, ligel karîgeriya tûtinê ya navendê, li Qubîn, Hezo, Qabilcews, Bekîrxan û Misircê (navçeya Sêrtê ye lê girêdayî karîgeriya Êlihê tê xebitandin) karîgerî, li Bedlîsê fabrîqeya cigareyan ku di sala 2008’an de hate arîzekirin û karîgeriya tûtinê, li navenda Mûşê karîgeriya tûtinê, li navenda Semsûrî karîgeriya tûtinê, li navçeyên wê Hêhiştî û Kalikê karîgeriyên tûtinê, li Meletiyê karîgeriya tûtinê bi biryara Hikûmeta AKP’ê hatin girtin.
Girtin û firotina van fabrîqe û karîgeriyan ji bo bakurê Kurdistanê tên çi wateyê? Bi tenê li fabrîqe û karîgeriyên Amedê hezar û 69 karker dixebitin. Û piraniya wan ciwan in. Herî kêm 15 salên din divê bixebitin ku teqawît bibin. Her wiha bi tenê li Amedê 16 hezar malbatan debara xwe bi çandiya tûtinê dikir.
Di pêvajoya ku biryara girtina van fabrîqe û karîgeriyan hatiye girtin de, bi giştî zêdetirî 3 hezar karker li ser kar bûn. Bi biryara girtina van fabrîqe û karîgeriyan 3 hezar karkerên kurd betal hatin hiştin. Her wiha ligel girtin û arîzekirina van fabrîqe û karîgeriyan li tevahiya bakurê Kurdistanê 115 hezar malbat jî bê debar hatin hiştin. Ango birçî hatin hiştin. Serê malbatê 5 nifûs bê hesibandin; li bakurê Kurdistanê herî zêm 600 hezar kes birçî hatin hiştin.
Hikûmeta AKP’ê bi polîtîkaya kêmkirina kotayê gav bi gav ev pêvajo bir serî. Ligel gav bi gav kêmkirina kotayan, bêyî ku malbatên debara xwe ji çandina tûtinê dikin pê bihesin, rojekê dîtin ku nanê wan ji destî hatiye girtin.
Dema dihate gotin ku ‘Hikûmeta AKP’ê dixwaze gelê kurd bi birçîbûnê terbiye bike’, derdorên ji hikûmetê dixwar digotin, ‘hûn neheqiyê li AKP’ê dikin’. Lê ev tabloya îro raberî me bûyî rastiyê vedibêje.

PÊŞKÊŞIYA JI JTA’YÊ
Mînakeke din a balkêş. Ligel fabrîqeya sigareyan a Bedlîsê û karîgeriya tûtinê ya Meletiyê, fabrîqeyên Edene, Tokat, Stenbol û Samsunê jî ji aliyê fîrmaya amerîkî JTA’yê ve hatin kirîn. Di dema arîzekirina van fabrîqe û arîzekirinan de nerazîbûneke xurt a Sendîkaya Tek Gida Îş’ê pêk hat. Hikûmetê ewilê bi hîle û hewalan xwest ku erkdariya sendîkayê ya ji bo van fabrîqeyan ji holê rake. Lê serkeftî nebû. Piştre rayedarên dewletê û fîrmaya ku fabrîqe û karîgerî arîze kirine, gotin ku ‘ew ê van fabrîqeyan li gorî kapasîteya heyî bixebitînin û tu karker ji kar nayên avêtin’.

LI VIR JÎ COTSTANDARTÎ
Lê gotina wan wekî peyama li avê hatiye nivîsandin bû û çawa muxalefeta sendîkayê damirha, ji bilî fabrîqeya Samsunê hemû fabrîqeyên din hatin girtin. Fabrîqeyeke JTA’yê li Torbaliya Îmzîrê heye û ligel fabrîqeya Samsunê îro aktîf in. Lê fabrîqe û karîgeriyên din ên hatine arîzekirin tev hatin girtin. Fîrmayê ji bo ku cigariyên ji tûtina Amerîkayê tên çêkirin bên firotin û bazar li ber wan vebe, fabrîqe û karîgeriyên ku arîzekirine tev girtin. Hikûmeta AKP’ê jî bi polîtîkaya ji bo kotayan û arîzekirinê rê li ber vê yekê vekir.
Lê di vî warî de jî di navbera bakurê Kurdistanê bajarên Tirkiyeyê yên ku çandiniya tûtinê lê tê kirin de jî cotstandartiyek hate kirin. Îro ligel ku li bakurê Kurdistanê çandiniya tûtinê bi temamî ji holê rabûye li rojavayê Tirkiyeyê hê jî derfetê çandiniyê heye.

Berxwedana karkeran
Bi pêşengiya Sendîkaya Tek Gida-Îş’ê ev hefteyeke nêzî 6 hezar karkerên fabrîqe û karîgeriyên tûtinê li Enqereyê li ber xwe didin. Sendîkaya ku berê li ber xwe dida ku fabrîqe û karîgerî neyên girtin, ji ber ku piştgiriyeke xurt a civakî û siyasî çênebû, ji daxwazên xwe daket asta parastina mafên sosyal ên karkeran. Sendîkaya ku hêviya xwe ji fabrîqe û karîgeriyan birî, niha hewl dide ku karker pirtir neyên mexdûrkirin. Piraniya van karkeran ji bajarên bakurê Kurdistanê ne. Lê mixabin karkerên li Enqereyê bi berxwedaneke dîrokî li hemberî polîtîkayên bi birçîtiyê terbiyekirinê nezarîbûna xwe tînin ziman jî nesîbê xwe ji êrîşên polîsên Hikûmeta AKP’ê jî girtiye. Karker di berxwedanê de, Hikûmeta AKP’ê jî di polîtîkaya bi birçîtiyê terbiyekirinê de israra xwe didomînin.

No comments:

Post a Comment