Monday, December 21, 2009

‘Kujerê Kemal Agca dewlet e’


21/12/2009

Malbata Kemal Agca ku di encama gulebarankirina êrîşkar Turan Bîlen a di dema şermezarkirina girtina DTP’ê û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên girtîgehê de hate qetilkirin got ku polîsan gef li Agca xwarine. Biraziyê Agca, Ahyan Agca zordariyên li hemberî kurdan bi tundî şermezar kirin û wiha got: “Jixwe polîsan piştî qetilkirina mamê min gotibû ‘Jixwe terorîst bû cezayê heq kirî dît’. Ev yek jî nêrîna li hemberî kurdan nîşan dide. Malbatê got ku rastî gefên polîsan tên û dê gilî bikin.
Di 15’ê kanûnê de bi hezaran kesî bi armanca şermezarkirina girtina DTP’ê û şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên Girtîgeha Îmraliyê meş li dar xistibûn. Di dema meşê de êrîşkarê cerdevan Turan Bîlen ku tê daxuyandin endamê JÎTEM’ê ye, gule li girseyê barandibû û Necmî Oral (19) û Kemal Agca (45) qatilkiribû. Di gulebaranê de 8 kes jî birîndar bûbûn.

BIRAZIYÊ WÎ BINÇAV KIRIN
Malbata Agca got ku piştî qetilkirina Kemal Agca polîs gefan li wan dikin. Biraziyê Kemal Agca, Ayhan Agca, piştî bûyerê ji hêla polîsan ve bi lezûbez hate binçavkirin. Agca anî ziman ku mala êrîşkar Turan Bîlen li ser riya mala wan e û piştî bûyerê xwestiye biçe mal. Agca anî ziman ku dema di ber mala Bîlen re çûye polîsan ew binçav kiriye û wiha got: “Nişka ve min dît ku çend polîsan dora min girtin. Destê min kelepçe kirin û ez xistim wesayîtek sivîl. Piştre ez birim qereqolê. Bi seatan îşkence li min kirin. Her tim ji min re digotin ‘Mamê te û yên birîndar mirinê heq kiribûn. Înşalah yên birîndar jî bimirin. Bi vê yekî wê civak jî ji we qirêjan paqij bibe’. Her wiha dijunên ku nayên gotin li min dikirin.”
Agca ku ji ber îşkenceyê rû, mil û gelek cihên bedena wî reşoşîno bûye li ser mijarê ev tişt gotin: “Em nizanin derdê xwe ji kê re bibêjin. Meqameke ku em mafê xwe lê bigerin nîn e. Em nizanin serî li ku bidin. Wisa bûye ku em nikarin derkevin derve. Hem mamê min kuştin, him jî êrîşê malbata me dikin. Ji her derî polîs û cerdevanan anîne navçeyê. Em ê çi bikin, em şaş bûne.” Birayê Kemal Agca, Celal Agca jî, diyar kir ku êrîşa bi çek a li hemberî girseyê bi zanebûn û piştgiriya dewletê pêk hatiye. Agca, pirsên wekî “Turan Bîlen ew cebilxane ji ku dît? Êlekê mifriq ji kû anî?” kirin û wiha domand: “Sibeha roja bûyerê Bîlen bi hin polîsên sivîl re taştê dixwar. Ji xwe ew dem plana dawî kiribûn. Di bûyerê de kekê min wisa birîndar li erdê mabû. Kekê min di nav xwînê de radiza. Yên dixwestin rakin nexweşxaneyê jî rastî astengiya polîsan dihatin û ava şidayî li wan dikirin û bombeyên gazê diavêtin. Polîs, ji bo kekê min bimire, ranekin nexweşxaneyê, her tim hatina ambulansê jî asteng dikir. Heke me kekê min zû bigihanda nexweşxaneyê belkî nemiribûya. Qatilê kekê min dewlet e.”

DÊ GILÎ BIKIN
Agca, derbirî ku ev nebes e niha jî polîs her tim pêkutiyê li malbata wan dikin û wiha pêde çû: “Em newêrin biçin tu derê. Em kû ve diçin rastî pêkutiya polîsan tên. Em dixwazin parêzvanên mafên mirovan li me xwedî derkevin. Em zilm û îşkenceya polîs li biraziyê min kirine, qebul nakin. Em ê ligel hemû pêkûtiyan, çi dibe bila bibe, giliyê bikin.
Lê divê herkes xwedî li me derkeve.” Ji xizmên Kemal Agca, Ekrem Dogruer jî, da zanîn ku ji her derên Tirkiyeyê polîs, tîmên taybet û cerdevan anîne navçeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî OHAL’ê li navçeyê kirine. Dema em di navçeyê de di ber polîsan de derbas dibin, em serê xwe dikin ber xwe. Dema çavên me hindik bi teniştê ve dizivire, hema polîs me hildide lêpirsîne. Can û malê qatilan pir tê parastin, lê ewlehiya canê me tune ye. Mala qatilê ku gule reşand ser girseyê ji hêla tîmên taybet ve tê parastin. Yek sedemek vê parastinê heye.” DÎHA

No comments:

Post a Comment