Di daxuyaniyê de dîlkirina Ocalan a di ‘çala mirinê’ de wekî darbeyeke li hemberî gel nav kir û wiha hate gotin: “Ev helwest asta komployê ya paşiyê ye û tê xwestin ku Rêber Apo ‘gav bi gav bikujin’. Ev yek di heman demê de komployeke li dijî gelê kurd û gelê tirk û aştîxwaz e.”
‘Dixwazin tolê hildin’
Komîteya Kedkaran a KCK’ê, derbirî ku ev pergela duh Seyîd Riza, Şex Seîd û Denizan bi darvekirinê û İbrahîm Kaypakkayayan bi îşkenceyê qetil kirin, îro jî dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêbazên qirêj tune bike û wiha got: “Dixwazin bi vî awayê damezrînerê Tevgera Azadiya Kurd Rêber Apo tolê hildin. Li dijî zextên li ser Rêber Apo, gelê kurd bi milyonan derketin qadan û li Serokatiyê xwe xwedî derketin. Wezareta Dadê jî li ser vê bertekê heyeteke şand Îmraliyê ku qaşo lêkolînan bike. Jiyana Rêber Apo di xetereyê de ye û dewlet jî dixwaze bi gotinên wekî ‘Di ser standartên navneteweyî de ye’ gelê kurd bixapînin. Êdî hatiye wer asteke ku nefes girtin jî ji Rêber Apo re weke îşkencê ye. Tendurustiya Serokatî, her diçe zêdetir dibe. Divê ku di demeke herî kurt de Serokatî bê dermankirin. Heke ku di pirsgirêka kurd de çareseriyek tê xwestin bêgûman ev bêazadiya Serokatî pêk nayê.”
Banga ji yekgirtinê
Komîteyê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Em ê li ser navê ked û kedkaran vê êrîşa li ser Serokatiyê xwe nepejirînin. Em dê tu carî bi polîtîkayên dewletê yên qirêj nexapin. Tu kes nikare vê rewşê temaşe bike û divê neke jî. Em êdî ketine riyeke ku vegera wê tune ye. Şaş an jî rast… Pêngaveke şaş dê pêvajoyeke ku her kesî di nav xwe de bişewitîne biafirîne. Divê ku hemû kedkar ji bo rastkirina vê rewşê têbikoşin û li Serokatiyê xwe xwedî derkevin. Divê ku em li dijî êrîşên li hemberî Rêber Apo têbikoşin û helwestên xwînxwaran pûç derbixin. Kedkar mudaxîl û alîgirên pêvajoyê ne. Divê bêyî ku em bikevin fikaran mudaxaleyê pêvajoyê bikin.”
Daxuyanî bi vê bangewaziyê dawî dibe: “Dîrok, dîroka kedkarên ku di dem û cihê wî de li berpirsyariyên xwe xwedî derdikeve ye. Divê ku em bi awayeke acîl ji bo dermankirin û azadbûna Rêber Apo têbikşin û li hemberî hemû polîtîkayan li Serokatî xwedî derkevin. Em careke din bang li hemû kedkaran dikin ku dakevin qadan…” BEHDÎNAN (ANF)
No comments:
Post a Comment