Sunday, December 6, 2009

LI HER DERÊ SERHILDAN


06/12/2009

DTP'ê ya Şirnexê ku xwest li navçeya Cizîrê meşekê li dar bixe, rastî mudexeleya polîsan a bi bombeyên gazê û avê şid hatin û Cizîr vegeriya qada şer. Li Gevera Colemêrgê zêdetîrî 15 hezar kesî komên aştiyê pêşwazîkirin û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Di encama pevçûnan de gelek birîndar hene. Li Riha, Semsûr, Bazîd, Nisêbînê û Sêrtê jî gel meşiyan û pevçûnên mezin pêk hatin.
DTP'a Şirnexê, bi armanca şermezar kirina şert û mercên girtîgehê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwest li navçeya Cizîrê meşekê pêk bîne. Ligel şardarên herêmê nêzî 2 hezar kes li ber Ocaxa Tendûristiyê ya Taxa Cudiyê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Polîsan ku li navçeyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin, dor li navçeyê girtin. Gelekî welatiyên ku ji Şirnexê xwestin beşdarî meşê bibin ji aliyê qereqolên cendirmeyan ve hatin sekinandin û astengkirin.Welatiyên ku xwestin ji taxên navenda navçeyê beşdarî cihê meşê bibin jî, derketina wan a ji taxan hate astengkirin. Her wiha komek qelebalix a li ber Ocaxa Tendûristiyê hatin cem hev, xwestin ber bi avahiya DTP'ê ve bimeşin. Komê ku dirûşmên dilsoya bi Ocalan re tîne ziman qêriyan, dema gihîşt Kolana Îdîlê, rastî mudexaleya polîsan hatin. Yekîneyên polîsan, bêyî ku hişyariyê bikin bi bombeyên gazê û ava şid ve mudaxeleyî gel kir. Bi mudaxaleya polîsan re pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de Cizîr vegeriya qada şer.

Li Rihayê jî mudaxele
DTP'a Rihayê bi armanca şemrezarkirina şert û mercên Ocalan ên li Girîtgeha Îmraliyê mitîngek li dar xist. Girseya piştî mîtîngê dest bi meşê kirî rastî mudaxileya polîsan hat. Mudaxeleya li Duryana Îpekyoluyê ya Şehîtlîkê pêk hatî li taxên Baglarbaşi û Suleymaniyeyê domkir. Di encama mudaxileyê de gelek kes hatin binçavkirin.

37 kes hatin binçavkirin
Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Bi sedan kesên li ber avahiya DTP'ê civîyan, diruşmeyên "Bijî Serok Apo", " PKK gele gel li vir e" û "Em dê cîhana bêyî Ocalan be ser we de hilweşînin' berz kirin. Girseya ber bi Kolana Mezin a Agiriyê meşiya, rastî mudaxalya polîsan hat. Çalakvanan li taxên Çevre Yolu, Yenî Mahalleyê û Igdir û kolanên Ehmedî Xanî û Îsmaîl Beşîkçî rê li tarfîkê girtin. Di navpera polîs û koman de pevçûn derket. Di encama mudaxileyê de haya niha 37 kes hatine binçavkirin. Li navçeya bûyer didomin.

Qoser û Nisêbîn...
Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan mudaxile li çalakiya şevê din hatiye kirin kir û 4 kes binçavkirin. Li Qoserê jî di navbera polîs û girseya dixwast bi meşin pêvçûn derket 2 kes hatin binçavkirin.

Kesek bi giranî birîndar e
Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Qendîl û Maxmûrê hatin, li Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi 15 hezar kesî re hatin cem hev. Di mitîngê de hate diyar kirin ku lazime Hikûmeta AKP aqlê xwe bide serê xwe û ancax pirsgirêka kurd bi muxatabiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan çareser bibe. Piştî mitîngê polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir.
Li navçeya Geverê piştî mitînga ji bo Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê hat lidarxistin girseyê dest bi meşê kir. Girse, piştî meşê rastî mudaxaleya polîsan hat û pêvçûn derketin. Piştî pevçûnê alozî û bûyer li tavhiya navçeyê belavbûn. Piştî li tevahiya navçeyê çalakî belavbûn, pişt polîsan leşkeran jî mudaxileyê li çalakiya kir. Di encama bûyeran de welatiyê binavê Nizam Kirkagaç bombeya gazê ya ji serê wî ketî bi gîranî birîndar bû. Nizam Kirkagaç yê bi giranî birîndar bû rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Sêrt bû OHAL...
Bi sedan jin li taxa Seyrantepeyê ya Sêrtê civiyan û girankirina tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Ciwanên ku li taxên Sêrtê yên Dumlupinar, Ulus, Çal, İnonu, Evren, Afet Evleri û Conbayirê civiyan û bi armanca şermezarkirina girankirina tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin, meş li dar xistin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment