Sunday, December 6, 2009

SÎSTEMA ÊŞKENCÊ YA ÎMRALIYÊ

SÎSTEMA ÊŞKENCÊ YA ÎMRALIYÊ


LI SREANSERÊ ELMANYAYÊ BI ÇALAKIYAN
HAT ŞERMEZARKIRIN
Li Elmanyayê li gtelek bajaran doh êvarê kurdistanî li qadan bûn.

Li Dortmund, Koln û Berlînê bi hezaran kesî tecrîdkirina rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Li Berlînê polês êrîş bire ser Kurdistaniyan.

Li bajarê Elmanyayê Dortmundê ji bo şermezarkirina sîstema êşkencê ya Îmraliyê meşek hat organzîe kirin.

hezar û 500 Kurdsitanî beşdarî meşê bûn.

Çalakgeran xwest dawî li sîstema êşkencê ya Îmraliyê were anîn û banga bi lezgînî şandina heyetekê jî li CPTyê kir.

Polês destûr neda alên KCKê werin hilgirtin.

Doh li bajarê Elmanyayê Kolnê jî Kurdistaniyan bi meşekê êrîşên bi ser Ocalan de protesto kirin.

Meşê ji meydana Ebertplatzê destpê kir û piştî ku kortêj di taxa kurd û tirkan Weidengaşedenê re bihurî û meş dîsa li meydana Ebertplatzê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Di mîtîngê de serokê konseya gel a Kolnê Ihsan Gedîk peyivî û bang li kurdan kir ku li hemberî pêvajoyê hestiyartir bin.

Yek ji meşên herî girseyî yên şermezarkirina sîstema Îmraliyê li paytexta Elmanyayê Berlînê pêk hat.

Meşê ji Hermannplatzê destpê kir û girseyeke qelebalix beşdar bû.

Lê polêsê Elman li Berlînê weke her car bi sedemên ku mirov bêje bîla sedem êrîş bire ser Kurdistaniyan.


Li bajarê Îtalyayê Modenayê jî Kurd ji bo Ocalan meşiyan.

LI BAJARÊ ÎTALYAYÊ MODENAYÊ
KURDAN GOT 'ÊDÎ BES E'

Kurdên li bajarê Îtalyayê Modenayê ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê meşek organîze kirin.

Meşê li pêşiya avahiya dîrokî ya şanoyê destpê kir û heta ber muzexaneya dîrokî ya bajêr dewam kir.

Kurdistaniyan pankartên bi nivîsa 'Tenduristiya Rêber Apo, tenduristiya me ye, êdî bes e' û posterên Ocaln hilgirtin.

Di çalakiyê de bi hezran belavok jî hatin belavkirin.

Meş li meydana pêşiya muzexaneyê veguherî mîtîngê.

Di axaftinên li vê derê de hat gotin, gelê Kurd wê li dijî van êrîşan bêdeng nemîne û têkoşîna xwe derêxe qonaxa herî jor.


KURDAN LI PARÎSÊ JÎ RÊVEBERIYA TIRK HIŞYAR KIR

Kurdên li paytexta Fransa Parîsê jî, ji bo rewşa Ocalan, li ser piya bûn.

Kurdistaniyên li qada Republîkê li hev kom bûn, heta qada Bastîlê meşiyan.

Girseya rayedarên tirk hişyar kirin, ji CPT'ê û saziyên pêwendîdar jî xwest ku bikevin nava tevgerê.


LI LONDONÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ
DOH DESTPÊ KIR
Komek Kurdistaniyê li meydana li pêşiya avahiya parlemana Ingilîstanê doh kon vegirt û bi greva birçîbûnê komploya navneteweyî û tecrîdkirina Ocalan şermezar dikin.

Greva birçîbûnê dorveger e û wê bêdem be.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment