Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna nîqaşên di demên dawî de ji hêla AKP'ê ve tên meşandin nirxandin û diyar kir ku AKP ji xwe re DTP'ê wekî hevrik dibîne. Ayna diyar kir ku hewilana demokratîk a ji bo çareseriyê hatiye destpêkirin bi dawî bûye û wiha got: "Lê tu tişt wekî berê nabin. Girtina DTP'ê wekî ya HEP, DEP û HADEP'ê nabe. Encamên vê yekê dê ji bo herkesî giran bin." Li ser nîqaşên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Ayna diyar kir ku ji ber kurd Ocalan wekî rêber dibînin, nêzîkatiya li hemberî Ocalan ji bo kurdan girîn ge û nêzîkatiyên li hemberî Ocalan bi kirêtî nav kirin.
Hevseroka DTP'ê polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî kurdan, hewildana demokratîk ku wekî projeya yekîtiya neteweyî bi encam bû û mijarên di rojevê de nirxandin. Ayna diyar kir ku di serî de bi temkînî nêzîk pêvajoya hewildana dem okratîk bûne û wiha got: "AKP ev salek vê hewildanê bi navê cuda tîne rojevê. Lê li aliyê din operasyonên leşkerî û siyasî didomîne. Piştî hilbijartinan operasyonên li hemberî DTP'ê zêde k irin û 50 rêveberên navendî bi tevahî 400 endamên partiya me girtin lê hêj dernexistine dadgehê. Ev yek jî nîqaş dide ku AKP'ê ev hewildan ji bo xapandina cîhan û rayagiştî daye destpêkirin. Lê me nîqaşkirina çareseriyê jî erênî dît. Me pêşketinên li Silopiyê erênî nirxandin. Me xwest ev bibin wesîleya çareseriyê. Ligel hemû zordariyan jî me hewildan aştî pêş bike. Derbarê hevalên me de fezleke derxistin û xwestin bi zorê me bibin dadgehê. Me ev zêde neaîne rojevê. Pirsgirêk bêdadiya li hemberî DTP'ê nîne. Ji bo çareserî pêşbikeve me ev tişt hemû neanîn rojevê. Em bi naveroka kar re eleqedar bûn, ne bi tiştên talî re."
'Ji ber ku AKP me wekî hevrik dibîne doza girtinê anî rojevê'
Ayna diyar kir ku pirsgirêka kurd bandorê ji pêşketinên herêmî û globalî digire û ev tişt gotin: "Polîtîkayên Amerîkayê yên li herêmê, pirsgirêkên li Iraq û Afganîstanê dijî, mijara çavkaniyên enerjiyê û gelek mijarên din bandorê li ser hev dikin. Herkes pirsgirêka kurd her tim di destê xwe de wekî alavekê digire. AKP neçar bû zelal bibe û niha zelal dibe. Derket holê ka bi hewildana demokratîk dixwaze çi bike. Bi nîqaşkirina pirsgirêkê ya li Meclisê, dayîna navên gundan û çend gavên seravî pirsgirêka kurd çareser nabe. Piştî ev dît pêvajo xitimî. Dixwaze bi rexnekirina me xwe paqij bike.
AKP dixwaze mafên keseyî bide û bêje li mala xwe rûnên. Xwest em jî polîtîkayên wê bişopînin. Xwest bi riya me polîtîkayên xwe rewa bike. Me jî di serî de diyar kir ku ev ne çareseriye. Duh civîna YAŞ'ê ya leşkeran pêk hat. Cardin li ser înkara kurdan li hev k i rin. Di mijarên bi Amerîka, Afganîstan, Kibris, Ermenîstan û enerjiyê de li ser kuran bazar k irin. Hêza van polîtîkaya têk dibe DTP ye. Ji ber vê yekê dixwazin DTP'ê bigirin. AKP niha DTP'ê li pêşiya xwe wekî asteng dibîne. Ji ber vê yekê dixwaze bide girtin. "
'Ocalan rêberê kurdan e'
Li ser êrîşên li dijî kurdan jî Ayna anî ziman ku gera wan neçûye xweşiya hikûmet û dewletê û wiha domand: "Ji ber ku alternatîfa AKP'ê tenê DTP ye. CHP û MHP nikarin AKP'ê xilas bikin. AKP di hilbijartinên herêmî de MÎT, Serfermandariya Giştî û heta MHP û CHP jî hildan pişt xwe lê cardin jî nekarî DTP'ê. DTP hindî diçe bi hêz dibe. Dizane DTP li Îzmîr û Îstanbûl û bajarên din xebatên rêxistinî bimeşîne dê AKP ji holê rabe. AKP dixwaze tevgera kurd tasfiye bike. Dixwaze tasfiyeyê jî ji Îmraliyê bide destpêkirin. Niha bi girtina DTP'ê dixwaze pêşve bibe. Pirsgirêk ne tenê tasfiyekirina Ocalan û DTP'ê ye jî. Dixwaze lêgerîna kurdan a azadiyê tasfiye bike. Dixwaze rêxistinbûna kurdan tasfiye bike. Em tenê ji aliyê hiqûqî ve li pirsgirêkê nanêrin. Ocalan rêberek e. Ev 30 sale ji bo mafên kurdan têdikoşe. Hûn dikarin alavan nîqaş bikin lê nêzîkatiya li hemberî rêberekê nêzîkatiya li hemberî gelekê ye. Gelê kurd dizane ku nêzîkatiya li hemberî Ocalan nêzîkatiya li hemberî kurdan e. Nîqaşên metrekareyê yên li hemberî Ocalan jî tiştên kirêt in. Ocalan ev 15 roje birine girtîgeha nû lê hêj bi girtiyên li wir re nehatiye cem hev. Li tu cihan girtîgehek wiha tune ye. Elbette dewlet nabêje ku şert û mercên Ocalan xirab kirine. Dewleta heta niha kîjan îşkenceya kirî gotiye. Wêneyên nîşan didin jî derew in. Dixwazin nefesa gelê kurd bibirin. Bi vê yekê ji kurdan re dibêjin 'Em rêberê we nas nakin'. Lê kurd jî xwedî li Ocalan derdikevin."
'Hewildana wan qediya lê tu tişt wekî berê nabe'
Têkildarî hewildanê jî Ayna anî ziman ku hewildan qediya ye lê tu tişt wekî berê nabe û wiha domand: "Tîr ji kevanê firiya. Tu tişt wekî berê nabe. Girtina DTP'ê wekî ya HEP, DEP û DEHAP'ê nabe. Ji ber ku her tişt îtîraf kirini. Hebûna kurdan îtîrafkirin. Girtîgeha Amedê îtîrafkirin. Komkujiya Dêrsimê îtîrafkirin. 80 hezar kurd qetilkirin. Kes êdî nabêje mijara Seyît Riza. Herkes komkujiya Dêrsimê dibêje. Girtina DTP'ê dê ji bo hemû kesê encamên giran bîne. Tiştên piştî niha bên jiyîn dê wekî pevçûnekê bin. Ne kurdan AKP'ê bi polîtîkayên xwe ev pêvajo bi dawî kir. Qediyana AKP'ê dê ji ya Çîllerê xirabtir be." Ayna diyar kir ku daxwazên kurdan kişf in û ev tişt gotin: "Kurd dixwazin nasnameya kurdan bê nasîn û mafê xweseriya demokratîk bê dayîn. Ku partiya me bê girtin em dê ji Meclisê biçin. Ev ne ji bo gefê tên gotin. Ji ber ku tu riyên din namînin."
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment