Sunday, December 6, 2009

Nûnertiya DTP'ê Karakopru a Rihayê rastî êrîşa şewatê hat

Nûnertiya DTP'ê Karakopru a Rihayê rastî êrîşa şewatê hat
Avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajaroka Karakopru a Rihayê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşê û hewildana şewatê hat. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Navendî ya Rihayê Mîthat Karadag, diyar kir ku kesên meşa DTP'ê ya Rihayê tehamul nekirine ev çalakî pêk anîne û bûyer şermezar kir.

Şevê din kesên nasnameya wan nediyar cam û deriyên avahiya Nûnertiya DTP'ê ya Bajaroka Karakopru a Rihayê şikandin û hewildan ku bi benzînê avahiyê bişewitînin. Piştî kesên camê avahiyê şikandin û agir berdan avahiyê di avahiyê de zirarek mezin dan avahiyê. Agirê bi avahiyê ket ji aliyê ekîbên îtfaiyê ve hate vemirandin. Piştî bûyerê rêveberên DTP'ê çûn cihê bûyerê û diyar kirin ku avahiya wan a Bajaroka Karakopru ya li Taxa Çankaya kîlometreyekê nêzî Qereqola Cendermeyan a Bajarokê ye, lê ligel vê yekê cenderme, 35 deqe şûnde çûne cihê bûyerê.

Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navenda Navçeyî Mithat Karadag, li Rêxistina DTP'ê ya Bajaroka Karakopru daxuyaniyek da û êrîş bi avayekî tund şermezar kir. Karadag, diyar kir ku kesên agir berdane avahiyê dixwazin aloziyan derxin û meşa DTP'ê ya Rihayê tehamul nekirine. Karadag, destnîşan kir ku kesên aştî û demokrasiyê naxwazin, 2 meh berê Nûnertiya DTP'ê ya Yenîşehîrê niha jî Rêxistina Karakopru dane ber agir. Karadag, anî ziman ku ew tê dêkoşîna xwe mezintir bikin û nayên lîstikên şerxwazan.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment