Sunday, December 6, 2009

Weşangêr Ahmet Onal Nêrîna DTPê Dinirxîne



05/12/2009

Ahmet Onal

Ahmet Onal

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengî Amerîka de, nivîskar û berpirsê Weşanxaneya Perî Ahmet Onal, nêrîna DTP ya vekêşana piştgirîyê bo çareserîya pirsa kurdî dide.

Birêz Onal rexne li DTP dike û dibêje, ew sîyeseteke dorteng dimeşînin û nikanin polîtîkayên nû bi afrînin. Divê DTP guh bide bîr û boçûnên rewşenbîran, partî û rexistinên din û kesên serbixwe jî.

Ahmet Onal, her wiha lêzede dike û dibêje DTP şaşitîyek dike ku rewşa Ocalan ev qas pêşve tîne. Erê lazim e jîyana wî were parastin û hezkirîyên wî xemê da bin, lê mafê gelekî û paşeroja wê her tişt girîngtir e.

Guhdarên hêja, jibo guhdarîya vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka destê rastê kilîk bikin.

hevpeyvîn
Dagirtin (MP3)

©VOIA

No comments:

Post a Comment