Komaleyên Ciwan diyar kir ku, rêveberiya tirk hewl dide di şexsê Ocalan de, hemû nirxên gelê kurd ji holê rake.
Û da zanîn ku li hemberî pêkanînên hukumeta AKP'ê wê bêdeng nemînin.
KOMALÊN CIWAN: 'DEWLET DIXWAZE DI ŞEXSÊ
OCALAN DE, HEMÛ NIRXÊN GELÊ KURD JI HOLÊ RAKE
Kordînasyona Komelên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku planên dewleta Tirk yên jihevxistina tevgera azadiyê, ji ber berxwedana gelê Kurd ya di bin pêşengiya Ocalan de, bê-encam mane.
Komalên Ciwan anî ziman ku rêveberiya tirk ya li hemberî berxwedana tevgera azadiya kurd tê çûye, niha jî bi hweldanên xapînok, dixwaze di şexsê Ocalan de, hemû nirxên kurd ji holê rake.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku bi pêkanînên dawî yên li Îmraliyê eşkere bû ku niyeta AKP'ê ne çareseriya pirsgirêka kurd, armanca wê jihevxistina tevgera azadiya kurd e.
KOMALÊN CIWAN: 'OCALAN NE ŞEXSEKÎ
BI SERÊ XWE, NUNERÊ KURDÊN AZAD E'
Komelên Ciwan bi bîr xist ku mîmarê hebûna siyasî ya gelê kurd yê îro Ocalan e û weha dewam kir:
'Rêber Apo, gelê kurd ê li ber tinebûnê bû, ji nû ve rakir ser piya û gihand asteke ku karibe bifikire, bixwaze û biaxive. Ji ber vê jî, Rêber APO ne şexsekî ji rêzê ye, nunerê hemû kurdên koletî û kurdîtiya dewletê red dikin e'.
Komelên Ciwan anî ziman ku cihê nû yê Ocalan ku wekî çala mirinê bi nav kiribû, jiyana Rêberê wan tehdît dike û got: 'Divê dewleta tirk baş bizane ku, gelê kurd û ciwanên wî wê li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin'.
KOMALEYÊN CIWAN: 'DIVÊ CIWANÊN KURD BI RIHÊ XETA
PARASTINA REWA HER QADA JIYANÊ BIKIN QADA ÇALAKIYAN'
Komelên ciwanên careke din girîngiya Ocalan ya ji bo gelê kurd anî ziman û ji rêveberiya tirk xwest ku bi agir nelîze.
Di daxuyaniya xwe de Komelên Ciwan li hemberî rewşa Ocalan, banga seferberiya çalakiyan li hemû ciwanên kurd kir û ji wan xwest ku heta ewlekariya Ocalan bê misogerkirin, bi riyê xeta parastina rewa tevbigerin û li her qada jiyanê bikin qada çalakiyan.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment