01/12/2009 |
|
Piştî neqilkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmralî, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi riya parêzerê xwe diyar kir ku şert û mercên wî girartir bûne û ew avêtine çala mirinê. Ocalan xwest ku sazî û nûnerên mafên mirovan û saziyên sivîl li hemberî vê yekê hişyar bin. Bi vê yekê re saziyên sivîl ên Amedê bertek nîşanî mercên Ocalan dan û xwestin mercên Ocalan bêne başkirin. Sekreterê Platforma Demokrasiyê ya Amedê Edîp Yaşar, diyar kir ku ev rê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd digre û xwest Girtîgeha Îmralî bê girtin. ‘Ocalan şexsiyeteke girîng e’ Serokê Odeya Tabîban a Amedê Selçuk Mizrakli, diyar kir ku hikûmet li gel hewildanên demokratîk gavên erênî nevaêtine û xwest ku hevdû fam bikin. Mizrakçi, destnîşan kir ku hewildana demokratîk tenê ji guhertinên hiqûqî û zagonan pêk nayên û xwest ku gavên berbiçav bêne avêtin. Mizrakçi, bal kişand ser kesayetiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku Ocalan ji bo kurdan xwedî kesayetiyek girîng a siyasî ye. Mizrakçi, helwest û pêkanîna li dijî Ocalan rexne kir û wiha got: "Ev pirsgirêkê mezintir dike. Bêyî vîna kurdan a sîyasî, bêyî ku nexşeriya Ocalan aşkere bikin çareserî pêk nayê. Şertên tecrîdê siyasî ne. Divê di demek nêzîk de tecrîda li dijî Ocalan bi dawî bibe" Divê girtîgeha Îmralî bê girtin Sekreterê Platforma Demokrasiyê ya Amedê Edîp Yaşar, jî anî ziman ku dewlet peyvirdar û berpirsiyar e ku tenduristiya hemû girtiyan biparêze û xwest dewlet wekhev nêzî hemû girtiyan bibe. Yaşar, bibîrxist ku Îmralî bi salan e ji ber tecrîd û îzolasyonê ji rojevê dernakeve û wiha got: "Helwesta hikûmetê ji aştiya civakê re xizmetê nake. Divê girtîgeha Îmralî bi tevahî bê girtin. Divê Rêberê PKK'ê bibin girtîgehek şert û mercên wê hîn baştir. Divê ji bo karibe piştgiriyê bide aştiyê merc û derfetên wî bêne başkirin. Ew ne girtiyekî ji rêzê ye." Yaşar, da zanîn ku ji bo aştiyek mayinde û çareseriyek demokratîk divê hikûmet makezagonek demokratîk û sivîl ji nû ve saz bike. ‘Ocalan muxatabê sereke ye’ Serokê MEYA- DER'ê Hasan Pençe jî diyar kir ku ew wekî saziyek aliyên pevçûnên hatine jiyîn. Pençe, ani ziman ku şert û mercên Ocalan di bin navê sererastikirinê de hucreya wî ji 12 metreqareyan daxistine 6 metreqareyan û destnîşan kir ku tu kes vê yekê qebul nake. Pençe, bal kişand ser mercên Ocalan. Pençe destnişan kir ku pêkutiyên li dijî Ocalan, nêzikahiya li hemberî gelê kurd nişan dide û wiha berdewam axiftina xwe kir: "Ev pêkutiye bi daxwaza CPT'ê tên kirin. Yanî ev yek CPT bi xwe ye. Vê yekê jî baweriya CPT'ê di nava kurdan de xilaskiriye. Ji ber vê yekê divê heyetekî navneteweyî bi lezgînî şertên Ocalan lêkolîn bikin. Ya din jî divê dewlet bi lezgînî şertên birêz Ocalan sererast bike û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muhatab qebul bike." ‘AKP kurdan dixapîne’ Serokê Diyar TUHAD-DER'ê Nîmetullah Yurek jî diyar kir ku hikumeta AKP'ê bi salane bi daxwazên naveroka wan vala gelê kurd xapandiye. Yurek, ani ziman ku li gelek girtigeha ji bo şermezarkirina şertên Ocalan çalakiyan destpêkiriye û wiha domand: "Em wekî gelê kurd dixwazin ku bi awayekî lezgînî şertên birêz Ocalan sererast bikin. Heke hikumet bixwaze gavan pavêje bila li vir dest pê bike." Yurek, bilêv kir ku hikumet li gorî biryarên CPT'ê van pêkutiyan pêk tîne û hasasiyetên gelê kurd li ber çavan negirtine û polîtiqayên hikumetê yên xapandinê ev bi salane didomin. AMED (DÎHA) |
|
Tuesday, December 1, 2009
Ji saziyên sivîl bangewazî
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment