Tuesday, December 1, 2009

'Divê kurd rabin ser piyan'


01/12/2009

Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), der barê tecrîda giran ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destpêka pêvajoya nû bi nav kir û got ku di şexsê Rêber Apo de, dergehê komkujiyên li dijî gelê kurd hatin vekirin.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku, desthilatdariya AKP’ê, dibin navê cih guhertinê de, pêvajoya jiholêrakirinê da destpêkirin û got: “Ev darbeyek e. Bi vê darbeyê, pêvajoyeke nû dane destpêkirin. Desthilatdariya AKP’ê, dixwaze ku Rêber Apo ji holê rake. Guhertin, navê xapandina gelê me ye. Pêwist e her kes li hemberî vê pêvajoya talûke şiyar be û bêdeng nemîne.”

‘Xeleka dawî xistin dewrê’
KCK’ê, bal kişand ser serdanên CPT’ê ya Îmraliyê û got: “Guhertina cihê Rêber Apo, li ser pêşniyarên CPT’ê pêk hatiye, lê guhertin ne ji bo başiyê, ji bo kuştinê pêk hatiye. Serokatiya me, 11 sal in dibin hoy û mercên herî giran û dijwar de tê girtin. Îşkence, jehrdan û êrîşên fizîkî pêk hatin. Kiryarên li dijî Rêber Apo tenduristiya wî xera kirin. Guhertina dawî jî, tê wateya cezayê hucreya berdewamî û xeleka dawî jiholêrakirinê.”
KCK’ê da zanîn ku Rêber Apo, ne girtiyekî ji rêzê ye û got: “Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo, tê wateya tenduristî, ewlekarî û azadiya gelê kurd. Di heman demê de, rewşa paşeroja Tirkiyeyê jî destnîşan dike. Me, wek Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd, gelek caran diyar kir ku nêzîkbûna Rêber Apo, nêzîkbûna tevgera me û gelê me ye. Nêzîkbûna Rêber Apo, tê wateya şer û aştiyê. Baş tê zanîn ku li ser banga Rêber Apo, hêzên gerila derketin derveyî sînorên Tirkiyeyê, biryara 'bêçalakîtiyê' hate dayîn û herî dawî, li ser banga Rêber Apo, Komên Aştiyê çûn Tirkiyeyê. Ev nîşaniyên dilsoziya Rêber Apo ya aştîxwaz û çareseriya demokratîk e.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, destnîşan kir ku, ev darbe li dijî hewldanên Serokatiya me, tevgera me û gelê me ya projeya aştiyê ye. Ev dijberî gav bi gav û dibin pêşengiya serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan de pêk hat. Rêber Apo, ji bo aştiyeke mayînde û çareseirya demokratîk kedeke mezin da. Lê dewleta Tirkiyeyê bi hêzên leşkerî, burokratîk û dadgeriya xwe dijminatiyeke dijwar da meşandin. Li metropolan li dijî gelê me êrîşên lincê dest pê kirin. Ev tê wateya ku pêvajoya ji holê rakirinê dane dest pê kirin.”
KCK’ê dazanîn ku desthilatdariya AKP’ê û dewleta tirk, li hemberî bang û hişyarkirinên gelê kurd, sazî û dezgehên mafên mirovan û demokratîk teva bêdengiya xwe didomîne û got: “Desthilatdariya AKP’ê jî di nav de, rayedarên dewletê, sazî û dezgehên fermî yên dewletê bi agir dilîzin. Pêwist e dereng nemînin û tenduristiya Rêber Apo ewle bikin, hoy û mercên wî baş bikin. Bila kes bi sebra gelê me û tevgera me ne lîze.”

Banga ji CPT’ê...
KCK’ê, bang li CPT jî kir û dereng nemîne û got: “Girtîgeha nû û guhertina cihê Rêber Apo li ser pêşniyar û daxwaza CPT’ê pêk hatiye, pêwist e CPT dereng nemîne û di demeke zû de, dest dane ser pirsgirêkê û tedbîrên pêwist û lezgîn bigire.”
KCK’ê bang li sazî û dezgehên tenduristiyê, sazî û dezgehên demokratîk, sosyalîst, aştîxwaz û mafên mirovan jî kir ku li dijî kiryara dewleta tirk bêdeng nemînin.
KCK’ê, bang li gelê tirk jî kir ku, siyasetên li dijî Rêber Apo têne meşandin, di heman demê de, li dijî gelê tirk e jî û got: “Ev rewşa dawî wê bandorê li demokratîkbûna Tirkiyeyê û paşeroja Tirkiyeyê teva bike. Lewra em bang li eniyên humanîter, demokrat û aştîxwaz û bang li gelê tirk jî dikin ku li dijî vê siyasetê dengên xwe bilind bikin û ji bo aştiyeke mayînde, jiyaneke hevpar ya wek hev û Tirkiyeyeke demokratîk têbikoşin û hevkariya gelê kurd bikin.” KCK’ê desnîşan kir ku pêvajo awarte ye, jiyana Serokatiya gelê Kurd di telûkeyê de ye. Pêwîst e her kurdê bi rûmet, li dijî vê helwestê dengê xwe bilind bike. BEHDÎNAN (ANF)

No comments:

Post a Comment