01/12/2009 |
|
Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ku bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qendîl û Mexmûrê hatine Tirkiyeyê têkildarî mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên girtîgehê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de hemû endamên komên aştiyê ên Qendîl û Mexmûrê, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Muharrem Erbey, rêveberên ÎHD, berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Seydî Firat amade bûn. Li ser navê komên aştiyê Gulbahar Çîçekcî, daxuyanî xwend. Çîçekçî, diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêka herî bingehîn û sereke ye û PKK jî encama vê pirsgirêkê ye. Çîçekcî, destnişan kir ku ji destpêkê heta niha dewlet bi înkar û îmhayê nêzîkî çareseriyê dibe û wiha got: "Li gel înkar û îmhaya kurdan, PKK'ê her tim aştî û çareserî xwestiye. Bila baş bê zanîn ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê û çareseriyek demokratîk kedek mezin daye." Çîkekçî, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku dewletê bi pergala Îşkenceyê ya Îmralî bersiv daye daxwaz û hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ligel hemû înkar û îmhayan dîsa me ji bo aştî û demokrasiyek mayinde her tişt da ber çavan û em di 19'ê cotmehê de hatin Tirkiyeyê. Pêşwazîkirina gel a hesreta aştî û çareseriyê wekî "Şov" hate şirovekirin. Li gel van alozî û tevliheviyan dîsa em û gel ji daxwaza xwe ya aştiyê venegeriyan. Lê mixabin di rojên dawî de em dibînin ku ligel hemû hewldanên birêz Ocalan ên ji bo aştiyê û daxwaza gel a aştiyê dîsa şert û mercên Birêz Ocalan girantir kirine û tecrîta li ser wî dijwartir kirine. Ev yek li şuna çareseriyê pirsgirêkê mezintir dike." AKP, CPT û DMME... Endama komê Çîçekçî, bal kişand ser mercên Rêberê PKK'ê û diyar kir ku ew wekî komên aştiyê li hemberî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku wekî 'Çala mirinê' û 'Darbeya 17'ê sermawezê' bi nav dike bê deng namînin. Çîkekçi, destnişan kir ku ew dê li hemberî vê rewşa Ocalan hemû çalakiyên demokratîk bikar bînin û wiha got: "Bila her kes zanibe di serî de Hikûmeta AKP'ê piştre CPT û DMME berpirsiyarê vê rewşa tecrîda li dijî Birêz Ocalan e." Çîçekçî, Hikûmeta AKP'ê, CPT û DMME hişyar kir û xwest di demek nêzîk de dawî li vê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Addullah Ocalan bînin. Çîçekçî bang li CPT û DMME'ê kir û wiha dom kir: "Heta ku Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan azad nebe demokratî û aştî jî pêk nayê. Ev yek teqez wisa ye. Ancak demokrasî û aştiyek bi rûmet bi azadiya Birêz Ocalan re pêk were. Mafê jiyanê yê Birêz Ocalan di bin talûkeyek pir mezin deye. Ev yek li şûna aştiyê dê rê li pêşiya kaosê veke. Ji ber vê yekê em jî banga birêz Ocalan dubare dikin û dixwazin bang Serokê me li ber çavan bigrin. Em diwazin hemû saziyên mafên mirovan li hemberî vê yekê hişyar bin. Divê her kes bipirsin û bêjin li Îmrali çi dibe?" Çîkekçî, bagn li her kesî kir û wiha dom kir: "Em li vir dikin qêrîn û dibêjin li Îmraliyê çi dibe? Rewşa Birêz Ocalan aşkera bikin. Bila gelê me û hemû saziyên demokratîk li hemberî vê yekê berteka xwe nîşan bidin." Gumanên me zêde bûne Çîçek, bersiva têkîldarî gera wan ya bajarên rojavayê de jî wiha bersivand: "Em hêj li herêmê ne. Lê ji bo em ji herêmê derkevin jî gumanên me hene. Rewşekî awarte ya şer heye û dixwazin hej jî bilind bikin. Hinî em bangên bihestiyar dikin, destê xwe yê aştiyê dirêj dikin, kesên dixwazin xwîn birêje rewşê xirab dikin. Dema ku bihestiyariya li herêmê em li rojavayê jî bibinin em dê biçin. Armaca me ya hatinê jî ew bû ku em bi gelê Tirkiyêye re bên cem hev û xwe ji wan re şirove bikin. Ji ber ku pêvajo sabote nebe çûna me ya rojavayê me bi guman dike." AMED (DÎHA) |
Tuesday, December 1, 2009
Li Îmraliyê çi dibe aşkera bikin!
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment