01/12/2009 |
|
Li dijî girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek herêmên Kurdistanê û Tirkiyeyê gelê kurd rabû ser piyan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Di çalakiyan de, di navbera polîs û gel de pevçûn derketin. Ciwanên kurd, her der wergerandin qada şer. Çalakiyên li hin bajaran wiha ne: STENBOL: Li Stenbolê komeke ciwanan di çalakiyên şermezarkirina girankirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, molotof avêtin şaxeke PTT’ê û otobuseke ÎETT’ê. Komeke ciwanan li taxa Guvercintepeyê civiyan. Ciwanan bi durişiman tecrîta li ser Ocalan şermezar kirin û moltof avêtin taxa PTT’ê ya Bayramtepeyê. Di encamê de, di PTT’ê de xesareke mezin a madî pêk hat. Piştî ku polîs hatin taxê di wan û ciwanan de pevçûn derket û ciwanan çalakiya xwe bi dawî kirin. Li taxa Sultanbeyliyê jî ciwanan molotof avêtin otobuseke İETT’ê. Ciwan li ceda Antalyayê sekinin û dû rê otobusê dan sekinandin. Ciwanan kesên di otobusê de peya kirin û paşê jî bi molotofan agir berdan otobusê dan. Di encamê de, di otubusê de xesareke mezin pêk hat û êdî otobus ket rewşa ku nayê bi kar anîn. Di çalakiyê de tu kes birîndar nebû yan jî nehat binçav kirin. Komeke ciwanan jî li taxa Okmeydaniyê çalakiyek li dar xistin. Ciwanan bi molotofan rê girtin û trafîkê asteng kirin. Paşê jî di di nav ciwan û polîsan de pevçûn derket. Di pevçûnê de ciwanan molotof avêt erebeya polîsan a ku bi navê ‘Akrep’ tên nasîn û erebeyê şewitandin. GEVER: Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bazirganan bi mebesta şermezerkirina girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kepengan girt û gel herikî qadan. Ciwanan bi kevir û molotofan bersiv dan êrîşên polîsan û kuçeyên Geverê wergeriyan qada şer. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bazirganan bi mebesta şermezerkirina girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kepengan girtibû û bi sedan ciwan li navenda sûkê civiyan. Ciwanan agir vêsitin û diruşimên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berz kirin. Girse dest bi meşê kir û polîs jî bi gazên îsotê êrîşê gel kir. Ciwanan, bi kevir o molotofan bersiv dan êrîşa polîsan. Çalakî li her kuçeyên navçeyê belav bû. Di encama pevçûnên ku heta êvarê dom kirin de hate ragihandin herî kêm 6 kes birîndar bûn. Polîsan li hemberî girseyan bombeyên gazê bi kar anîn. Gever vegeriya qada şer.Li navçeyê, dikandaran kepengên xwe venekirin û girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. EDENE: Li Edeneyê jî ciwanan mebesta şermezerkirina girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erebeyeke korgoyê bi benzînê hate şewitandin. Bûyer di saet 23:15’ê şevê de pêk hat. Kamyona şîrketeke korgoyê bi benzînê hate şewitandin. Di encamê de erebeyê, xesareke mezin dît û ket rewşa ku nayê bi kar anîn. Bombeyên gazê avêtin malan LI NAVÇEYA Geverê ya Colemêrgê bi mebesta 31’emîn salvegera damezirandina PKK’ê çalakiyên pîrozbahiyê pêk hatin. Lê polîs texamulî pîrozbahiyê nekir û mudaxaleyê gel kir. Di dema pevçûna di nav gel û polîsan de, polîs bombeyên gazê avêtin du malan. Roja yekşemê li taxa Esentepeyê ya Geverê bi sedan ciwan li ber Pirêya Abdullah Canan civiyan, agiran vêxistin û diruşimên wekî “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî Serok Apo” û “Bêyî Serok jiyan nabe” berz kirin. Polîs bi gazên îsotê êrîşî ciwanan kir. Di dema êrîşê de, polîs bombeyên gazê avêtin malên welatiyên bi navê Yunus Yapalak ve Sefer Baltaci. Di encamê de zarokek 7 mehî jî di nav de 17 kesên di malan de bandorek mezin ji bombeyên gazê girtin. Malbatên Yapalak û Baltaci ku li ser êrîşa polîsan malên xwe vala kirin, li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan. COLEMÊRG Li Mêrsînê çalakî Li taxên Şevket Sumer, Yenipazar, Gunei û Gundogdu yên navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi munasebeta şermezarkirina girankirina tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û birîndarkirina zorokek a ji aliyê polîsan ve şermezar bikin kepengan venekirin. Duh heta êvarê tu bazirgan kepengên xwe venekirin û bi sedan polîs çûn navçeyê. Li navçeyê rewşa germ didome û her wiha hat hînbûyîn ku rewşa tendurustiyê ya Ş. A. ku ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin, ber bi başiyê ve diçe. Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Mêrsînê jî derbarê mijarê daxuyaniyek da. Însiyatîfê diyar kir ku dewlet dixwaze gelê kurd di şexsê Ocalan de terkî mirinê bike. Însiyatîfê dest nîşan kir ku divê hemû bertekên rewa bêne nîşandan. İnsiyatîfê di daxuyaniyê de wiha lê zêde kir: “Divê ku gelê kurd li dijî vê yekê berxwedaneke bêhempa nîşanê dijminên xwe bide. Ev berxwedan peywireke dîrokî ye. Ev peywir di serî de ciwan, li ser milê hemû kurdên bi rûmet û yên girêdayî Rêber Apo ne, ye. ” MÊRSÎN Azadiya Welat |
Tuesday, December 1, 2009
Li her derê çalakî
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment