Wednesday, December 2, 2009

Komên Aştiyê çûn Colemêrgê


02/12/2009

Komên Aştî û Çareseriya Demokratîk ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qendîl û Mexmûrê çûn Colemêrgê. Kom, li Colemêrgê ji aliyê bi deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyê de kiryarên li hemberî Ocalan hatin şermezarkirin. Endama Koma Aştiyê Elîf Uludag, diyar kir ku çareseriya hikûmeta AKP’ê neçareserî ye û bila kesek êdî sebra gelê kurd nepîve. Her wiha li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî bi hezaran kesî bi munasebeta şermezarkirina girankirina tecrîda li ser Ocalan, meşek li dar xist.

Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment