| 19/12/2009 |
| |
| Rojnameger Guîllaume Perrîer ê Le Mondeyê, ji gel li ser bûyera Dolapdereya Stenbolê ya roja 13’ê kanûnê helwesta wan pirsî. Li Dolapdereyê esnafê bi navê Cahît diyar dike ku tax bi giştî ket nav hev û ez bi fikarim ku bûyer bidomin. Cahît destnîşan dike ku xetere heye ku bûyerên heyî ber bi şerê navxweyî ve biçe. Tê gotin ku heta niha li Tirkiyeyê di nav polîs û kurdan de şer û lêkdan hebû lê di vê dema dawî de şêdeta nav civakên radîkal ên tirk û kurd jî li vir zêde bû. Rojname diyar dike ku ev rewş bi taybetî piştî roja 11’ê kanûnê girtina DTP’ê ya ji aliyê Dadgeha Mekeqanûnê ya Tirkiyeyê derket holê û wek “Întîfadaya Kurd ji bajarên kurdan bigir heta taxên popûler yên Stenbolê berfireh bû. PROVAKE KIRIN Rojname bûyerên poraveke yên li Dolapdere û Mûşê yên bi çek destnîşan dike û li ser mijarê fikar û nêrînên gel dipirse û nêrînên esnafê kurd Botan wiha pêşkêş dike: “Em provekatorên Dolapdereyê pir baş nas dikin. Polîs di nav wan de bû û li nav kolanê bê ku xwe ji polîs veşêrin gule bi ser xwepêşandêrên kurd direşandin. Ji ber ku li taxê rewş xirab dibe bi rastî jî ez pir ditirsim. Li vir ji bo jiyana malbata me kurdan ne cihekî guncan û bi ewle ye.” Rojname îfadeyên provaketorên ku pere ji hin kesan standine û li dijî xwepêşandêran çek bi kar anîne jî vedibêje û li ser vê nêrîna Cemalettîn Gordegîr ê kurd wiha pêşkêş dike: “Ji bo me dewletê bi xwe ev êriş pêk aniye. Bo ku şer û êrişan li dijî kurdan organîze bikin pere didin hin provakatoran û bi destê wan êrîşê pêk tînin. Ev ne yekem car e pêk tê.” GULE BERA GEL DAN Le Monde ji bo kesê ku li navçeya Kopê ya Mûşê gule li girseya xwepêşandêr reşand jî dibêje ‘ew mîlîsê dewletê bû û cerdevanî dikir’. Her wiha destnîşan dike ku bi girtina DTP’ê re dibe 6 partiyên kurd ku ji aliyê Dadgeha Makeqanûna Tirk ve tê girtin. Le Monde vedibêje ku partiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) dê cihê DTP’ê dabigire. Ji bo vê jî gotinên Tûran ê kurd jî di rojnameyê de wiha cih digire: “Heke pêwîst bike em dê partiya 8’emîn û 9’emîn jî ava bikin.” PARÎS © Azadiya Welat |
| |
Saturday, December 19, 2009
Le Monde: Întîfadaya kurdan
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment