| |
| 19/12/2009 |
| |
| ‘Sînemaya kurdî derizandinek çêkir’ ÇETÎN ALTUN - AMED Sînemager Ayça Çîfçî ku heta niha li ser sînemaya kurdî gelek lêkolîn kirine û gotar nivîsandine diyar kir ku bi girêdayî pêvajoya siyasî, û nasnameya kurd sînemaya kurdî jî her diçe hebûna xwe dide pejirandin û di navkirinên ku hatine qebûlkirin de derizandinekê çêdike û jiberê xira dike. Çîftçî da zanîn ku ger sînemaya kurdî xwe bide qebûlkirin û kurd li Yilmaz Guney xwedî derkevin wê demê divê dîroka sînemaya tirk ji nû ve bê nivîsandin. Ayça Çîftçî der barê xebatên xwe yên li ser sînemaya kurdî de agahî dan û ji rojnameya me re axivî. Çîftçî der barê xebatên xwe yên sînemaya kurdî de wiha axivî: “Ji tehakumê tiştên ku ez dixwazim vebêjim ew e zext û zordariyên teqez in. Mînak em bibêjin ji bo axaftinê destûr nayê dayîn û di mijarekê de tiştên bê gotin û temsîleyeta ku nayê qebûlkirin bi zextan tê bêdengkirin. Nêzîkatiya dewleta tirk a der barê pirsgirêka kurd de ji serî de heta îro wekî tehakumekê ye. Tunehesibandin û meşandina zextan dema doza mafê xwe bikin zext li ser wan tê meşandin û dibêje na tu tune yî. Lê di mijara pirsgirêka kurd de îro îktîdareke nûjen heye. Wateya vê jî ew e ku êdî hûn dikarin bi qasî ku ez destûr bidim der barê pirsgirêka kurd de biaxivin.” Ayça Çîftçî anî ziman ku axaftinên ku îro tên kirin encama têkoşîna gelê kurd e cû girêdayî van derhênerên kurd derketin fîlmên xwe kişandin û wiha got: “Bi taybetî jî piştî pêvajoya salên 1990’î derhênerên kurd fîlmên bi kurdî çêkirin. Sînemayeke ku li ser navê xwe diaxive derket holê. Dema mirov li fîlmên derhênerên kurd dinêre dibîne ku fîlm li ser dema ku hatine înkarkirin û rastî zext û zordariyan hatine hatiye honandin. Mijara esasî li ser van tiştan hatiye avakirin. Di fîlmên kurdan ên dawî de jî mirov dibîne ku heta bi paşerojê re nekevin hesaban diyalog pêk nayê. Û hesaba paşerojê tê pirsîn.” ISPATA HEBÛNÊ Çîftçî da zanîn ku di sînemaya kurdî de hêmaya netew heye û wiha got: “Mirov nikare sînemaya kurdî di kategoriya teoriyên sînemayê de bi cih bike. Di demeke ku hunera sînemayê wekî hunereke gerdûnî tê binavkirin û mirov di demeke wiha de ji bo watekirina sînemaya kurdî zehmetiyan dikişîne.” Çîftçî anî ziman ku sînemaya kurdî sînemayek e ku dixwaze hebûna xwe ispat bike û wiha pê de çû: “Çawa ku gelê kurd her çiqas netewdewleta wan nîn be û bi israr taybetiyên netewdewletê nîşan didin heman tişt di sînemaya kurdî de jî heye. Çawa nîşan didin beriya her tiştî bi siyasîbûnê ve nîşan didin û fîlm bi hêmaya nasnameya siyasî tê honandin. Dema em li fîlmên dîasporayê dinêrin sedemên koçberiyê tên vegotin. Dîsa li wir rastî kîjan zehmetiyan tên, hesreta welat û xeyal cih digirin. Di fîlmên li vir de sahneyên şer, valakirina gundan, îşkence cih digirin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên netewî çi ne di perdeyên sînemayê de tên vegotin.” Çîftçî da zanîn ku di binavkirina sînemaya kurdî de tevliheviyek heye lê ev tevlihevî ji bo sînemaya kurdî dewlemendiyek e û wiha got: “Dema mirov fîlmekî temaşe bike bi rihetî dikare bibêje ev fîlmê kurdî ye an jî nîn e. Ji bilî ziman û nasnameya derhêner, hêmayên hevpar ên tematîk û îmgeyan di bingehê de tiştekî din ku van fîlman girêdayî hev dike heye. Li gorî min ya girîng bibîranîn û hafizaya kolektîf a der barê kurdbûn û nasnameya kurd de ye. Mirov li fîlmên heyî dinêre dibîne ku peyama tiştên ku neyên jibîrkirin tê dayîn û ev wekî lîsteyekê ye. Ji bo kurdan bersiva pirsa tişta ku ispata hebûna me çiye di fîlman de tê dayîn. Dibe ku derhêner bibêje ez bi siyasetê re eleqedar nabin lê vegotina çîroka penaberekî kurd ku diçe Norweçê jî siyasî ye.” FÎLMÊ KIRMIZIGUL Çîftçî diyar kir ku ya girîng ew e ku ev fîlm ji bo dîroka ku hatiye jiyandin dibe referans an na. Çîftçî mînaka fîlmê Mahsun Kirmizgul da û wiha got: “Li gorî min fîlmê Mahsun Kirmizigul ê bi navê ‘Guneşî Gordum’ fîlmekî sînemaya kurdî nîn e. Mînaka herî hêsan ew e ku di fîlm de dema fermandar gund vala dike hemû gundiyan hembêz dike, maç dike wekî ku dibêje ji kerema xwe re vî gundî vala bikin. Lê eleqeya vê û dîroka hatiye jiyandin bi hev re nîn e û ev rastiyan venabêje. Ji ber vê ev ji derî sînemaya kurd e. Dema mirov fîlmên kurdî dinêre dibîne ku bi dîroka rast re têkiliyeke rastî heye.” ‘GER YILMAZ GUNEY…’ Çîftçî destnîşan kir ku ger hebûna sînemaya kurdî bê pejirandin wê demê divê dîroka sînemaya tirk ji nû ve bê nivîsandin û wiha pê de çû: “Ger bi rastî jî sînemaya kurdî gelekî pêşbikeve û em bi rihetî bibêjin erê sînemaya kurdî heye wê demê sînemaya kurdî bi rihetî li Yilmaz Guney xwedî derkeve. Bi mînakeke ev qas hêsan jî nîşan dide ku dîroka sînemaya tirk ji nû ve bê nivîsandin. Yilmaz Guney dibe diyariya sînemaya gelekî din. Wê demê gelê tirk vegere û dîsa paşeroja sînemaya xwe binêre.” Ayça Çîftçî bilêv kir ku li Tirkiyeyê bi salane bi rihetî peyva sînemaya tirk hat bikaranîn lê bi pêşketina sînemaya kurd ev peyv bi baldarî tê bikaranîn û wiha axivî: “Hemû axaftin bi yek devî û navendî dihatin kirin. Lê kengî ku derhênerekî kurd derket kamera da destê xwe û li ser sînemaya kurdî axivî û fîlmên bi kurdî kişandin wê demê hûn ê van fîlman di nav sînemaya tirk de çawa bi cih bikin. Ev jî tê wê wateyê ku çawa ku têkoşîna gelê kurd di nasnameya tirk a netewebûnê de derizandinekê çêbike û wateya wê de qelişandinê bike heman tişt di watekirina sînemaya tirk de jî derdikevin holê û heman derizandin di sînemaya tirk de jî heye.” FÎLM BERDEWAMA HEV IN Çîftçî diyar kir ku her çiqas fîlmên kurdî di erdnîgariyên cuda de bên kişandin jî wekî berdewama hev in û ev jî nîşaneya sînemaya neteweyekê ye û wiha got: “Fîlmên kurdî girêdayî hev in û mirov bi hêmayên ku di fîlman de cih digirin, karakteran, mijaran fêm dike. Mînak di fîlmekî de rêwîtiyek li cihekî bi dawî dibe di fîlmekî din de mirov berdewama rêwîtiyê dibîne. Mînak di fîlmê ‘Min Dît’ de zarok diçin cihekî din fîlm bi dawî dibe lê berdewama vê rêwîtiyê mirov di fîlmê Azadiya Biçûk de dibîne. Dîsa mesela di fîlmê Hiner Selîm ê bi navê ‘Sifir Kîlometre’ de peykerê Sedam heye û ev peyker pişt erebeyekê di nav rêwîtiyekê de ye û mirov di fîlmê Bahman Ghobadî yê bi navê ‘Kûsî jî dikarin bifirin’ de rastî milê peykerê Sedam tê. Ji ber vê yekê ev fîlm li ser hêmayên hevpar tên cem hev û bi hev re diaxivin. Karakteran transferî hev dikin, gotina ku li cihekî bi dawî dibe di fîlmekî din de dest pê dike. Di têkoşîna netewa kurd, dîroka kurdan ya nêz de çiqas êş, hêvî hebin çîrokên fîlmê kurdan li ser van tên çêkirin û fîlm bi awayekî karakteran bi hev re dişînin.” Ayça Çîftçî kî ye? xAyça Çîftçî li Çanakkaleyê ji dayik dibe. Li Zanîngeha Bîlgiyê beşa Sînema-TV dixwîne û heman zanîngehê teza bi navê ‘Ji Tehakumê Heta Desthilatdariyê: Di sînemaya kurd de ziman, bîr û Kirde’ lîsansa xwe ya bilind diqedîne. Heta niha gotarên wê yên der barê sînemayê di gelek kovar û rojnameyan de hatin weşandin. Niha di kovara sînemayê ya bi navê ‘Altyazi’ de dinivîse. Çîftçî endama SIYAD’ê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê yên Tirkiyeyê) ye. Gotarên wê yên ‘Sînemaya Kazim Oz: Axaftin, Bîranîn’, ‘Di Sînemayê De Dengê Kurdan’ hene. Her wiha li ser sînemayê xebatên xwe dimeşîne û perwerdehiyê dide. © Azadiya Welat |
Saturday, December 19, 2009
Karakter hev temam dikin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment