Saturday, December 19, 2009

‘Duşemê neçin dibistanan’

19/12/2009

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bangî gelê kurd kir ku 21’ê kanûnê bi mebesta protestokirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qatilkirina Aydin Erdem, Necmî Oral û Kemal Agca û girtina DTP’ê zarokên xwe rênekin dibistanê. Însiyatîfa Gel a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Pêvajoya girtina Rêberê me ya di çala mirinê de, girtina DTP’ê ya derqanûnî bû demekê nerazîbûnên gel û polîsan bi rêbazên nemirova êrîşî gelê me kiriye. Ev êrîş nîşaneyên polîtîkaya îmhayê ye ku ji aliyê gelê me ve nayê qebûlkirin.” Di dewema daxuyaniê de hate bibîrxistin ku di serhildanên gelê me yên li hemberî geşedanên demên dawî de xwendekar Aydin Erdem li Amedê, li Kopa Mûşê Kemal Agca û Necmî Oral ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Însiyatîfê bi mebesta van hovîtiyan banga boykotkirina ji bo dibistanan li gelê kurd kir û wiha got: “Li hemberî tevahiya van geşedanan em bang li gelê xwe dikin ku di 21’ê kanûnê de li tevahiya dibistanên Kurdistanê û Tirkiyeyê zarokên xwe neşînin dibistanê.” Di daxuyaniyê de banga piştgiriya ji bo bangewaziya boykotê jî hate kirin. AMED -ANF

No comments:

Post a Comment