| 19/12/2009 |
| |
| Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk ê qedexeya siyasî ye, diyar kir ku piştî nerîn û daxwazên gel, saziyên sivîl girtin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin, biryara ku ji parlementoyê îstifa nekin û di Partiya Aştî û Demokrasiyê de têkoşîna xwe bidomînin stendine. Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk ku ji siyasetê hatiye menkirin, têkildarî berdewama siyaseta li parlementoyê û partiya nû civîna çapemeniyê li dar xist. Turk, diyar kir ku DTP bi biryara Dadgeha Makeqanûnê hate girtin û bi girtina DTP'ê re heta niha 6 partiyên wan hatine girtin. Turk, destnîşan kir ku biryar girtina DTP'ê siyasî û dijhiqûqî ye û wiha got: "Ev biryar mirovan pir dixe nava fikaran. Kesên ku naxwazin Tirkiye demokratîk bibe biryar dane. Ev biryara feraseta înkar, îmha û asîmilasyone ye. Ev ne biryarek hiqûqî ye. Partiyên HEP, DEP, OZDEP, HADEP, DEHAP û DEP di encama vê ferasetê de hatin girtin. Lê dîsa van astengiyan bawariya me ya aştî, demokrasî û azadiya têk nebir. Me her tim biryara mezinkirina demokrasiyê sten. Li gel 6 partiyên me hatin girtin em dîsa aştî û demokrasiyê esas digrin." ‘MÎNAKEKE DIN NÎN E’ Turk, da zanîn ku li cîhanê heta niha tu partiyên ku piştî 6 caran hatine girtin dîsa dest bi têkoşîna aştî û demokrasiyê nekirine û tenê ew ji ber baweriya aştî û demokrasiyê piştî girtina partiya 6'an dîsa têkoşîna xwe bi piştgiriya gel dimeşînin. Turk wiha dom kir: "Lê belê ji ber ku em girîngiyê didin aştî û demokrasiyê em di vê daxwaz û biryara xwe de israr dikin. Divê berî her tiştî em Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), bi hêz bikin. Em wê bigînin asta ku bibe bersîvê hemû kesan. Bibe wicdanê gelê kurd, tirk û Tirkiyeyê. Ger ku em demokrasiyê serdest bikin wê demê Tirkiye dê demokratîk bibe. Divê hemû bawerî karibin bi avayekî azad xwe bînin ziman. Niha li Tirkiyeyê pêdivî bi wartiyek wisa heye. Kesên demokrasiyê esas digre û girîngiyê didin demokrasiyê divê li dora BDP'ê kom bibin û hêzê bidin vê partiyê. Divê BDP berpirsiyariya demokratîkbûna Tirkiyeyê bide ser mile xwe. Ji bo me tekoşîna demokrasiyê esas e. Partiya me DTP'ê seknek bi rûmet da nişan. Ji ber vê sekna wan a bi rûmet ez hemû kesên ku piştgirî dane û têkoşîn meşandine ez wan pîroz dikim. DENGÊ GEL GUHDARÎ KIR Turk, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi riya parêzeran anî ziman ku divê parlemento neyê terk kirin û têkoşîn di parlementoyê de di qada siyasî de bê meşandin. Turk, destnîşan kir ku piştî wan fikrê gel, saziyên sivîl û nerînên Ocalan li ber çavan girt gihiştin baweriya berdewama domkirina parlementoyê. Turk wiha dom kir: "Windakirina canekî ji girtiya partiyekê girîngtir e. Ji bo ku em qet naxwazin mirov bêne kuştin, em bang li hemû kesî û partiyan dikin em dibêjni werin em êdî bes canan winda bikin, werin em rê li pêşiya kuştin û windakirinan bigrin. Em dibêjin werin em bi hevre têkoşîna aştî û demokrasiyê bimeşînin û bilind bikin." ENQERE - DÎHA |
Saturday, December 19, 2009
Banga raya giştî guhdarî kirin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment