Thursday, December 3, 2009

MURAT KARAYILAN: ŞIDANDINA TECRÎDÊ HEWLDANEKE CIDDÎ YA ŞER E

MURAT KARAYILAN: ŞIDANDINA TECRÎDÊ HEWLDANEKE CIDDÎ YA ŞER E

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan der barê sîstema êşkencê ya Îmraliyê de daxuyaniyek da.

Karayilan bal kişand ser senaryoyên tesfiyeklirina PKKê jî û got, ti kes nikare tevgera azadiya gelê Kurd têk bibe.

Karayilan di hevpeyvîneke bi ajansa nûçeyan Firatê ANFê re şert û mercên nû yên li Îmraliyê weke hewldaneke ciddî ya şer bi nav kir û xwest Ocalan tavilê ji wir were derxistin.

Karayilan der barê nerazîbûnên derkevin holê de jî got, di navbera gelê Kurd û Ocalan de pêwendiyeke manewî heye û gelê Kurd der barê vê mijarê de xwedî însiyastîf e.

Karayilan her weha balkişand ser serdana Erdogan ya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî û weha peyivî:

Di qada navneteweyî de wê xwe di berdêla PKKê de bixin bazarê û bifiroşin.

Karayilan bi bîr xist ku PKK ne bi tenê li Qendîl e û Qendîl nebe jî PKK wê hebe.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment