Thursday, December 3, 2009

HEYETEK WÊ BIÇE GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ

HEYETEK WÊ BIÇE GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ

Di van rojên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nerazîbûnên Kurdan zêde dibin, hat ragihandin ku heyetek wê biçe Girtîgeha Îmraliyê..

Heyet di bin serokatiya Midûrê Giştî yê Ceza û Teqîfê Nîzametttîn Kalaman de diçe...

Li gorî agahiyên bi dest ketine, piştî hevdîtina heyeta DTP'ê bi Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn re, îro danê sibê, heyetek ji bo lêkolînan wê biçe girava Îmraliyê..

Piştî hevdîtina bi heyeta DTP'ê re, wezîrê dadê, Ergîn daxuyaniyek da û îdîa kir ku girtîgeha nû ya li Îmraliyê li gotî normên pêwîst hatiye çêkirin..

Ergîn diyar kir eger derbarê Tîpa F de, gilî hebin, ew ê karibin binirxînin...

Parêzerên Ocalan de, derbarê mijarê de îro serî li Komîsyona Mafê Mirovan ya Meclîsa Tirkiyê dan..

Li ser mijarê parêzera Ocalan, Hatîce Korkut daxuiyanî da ajana Firat û got, wan ji bo şert û mercên mewekîlê xwe serî li komîsyonê dane..

Korkut da zanîn ku wan ji CPT jî, daxwaza hevdîtinê kiriye, lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn....

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment