Thursday, December 3, 2009

DTP: Îmraliyê dikin maşika gefan


03/12/2009

Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna, têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ber avahiya DTP'ê ya Navenda Giştî daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Endamên Meclisa Partiyê û hevserokên DTP'ê amade bûn. Turk diyar kir ku hewldanên demokratîk hêvî bi gel re çêkiribûn, lê piştî girankirina mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şik û guman zêde kirin. Turk, ji hikûmetê xwest bi wêrekî tevbigere û hemû pirsgirêkan bi awayekî berfireh nîqaş bikin. Turk, xwest bêyî xapandinê û bi awayî durist pirsgirêk bê çareserkirin.

'Mijara Ocalan stratejîk e'
Turk, diyar kir ku şertên Ocalan di bin navê "başbûnê de hej xirabtir kirine" û şertên li Îmraliyê hêj girtantir kirine û gotinên Ocalan ên "Wekî ez avêtime çala mirinê da. Wekî kesekî nexweş yê girêdayî cihaza bêhndayînê" bi bîr xist. Turk, anî ziman ku ev rewş aştiya civakê tehdît dike û wiha got: "Ocalan girtiyek an jî hukumxarekî ji rêzê nîn e. Şertên Ocalan ên jiyan û tenduristiyê ji bo ewlehiya Tirkiyeyê û pêşveçûnên din di asteke gelek giran de ye. Divê ev yek bê dîtin û li gorî vê yekê tevbigerin. Em pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibin û di xaleke stratejîk de ne.
Turk, tespîtên CPT'ê yên di raporên wan de yên "Ocalan di bin îşkenceyê de ye" bi bîr xist û wiha domand: "Divê CPT bi awayekî lezgînî li Îmraliyê lêkolîn û ziyaretê bike. Ev yek şert e. Dîsa heyetek ji rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedaran pêk tê divê biçin Îmraliyê şertên Ocalan di cih de bibînin û kontrol bikin. Ev yek zarûrî ye."

‘Çavên kurdan li Îmraliyê ne'
Turk, axaftina xwe wiha domand: "Îmralî, neynika hikûmetê ya pêvajoya gavên çareseriyê ye. Şertên gavên demokratîk ên çareseriya pirsgirêka kurd yên herî girîng û yekemîn nêzîkahiya Îmraliyê ye. Lewma çav û guhên kurdan li Îmraliyê ne. Gelê kurd tiştê baş û xirab ên li Îmraliyê tên bikaranîn ji bo xwe dihesibînin. Ji ber vê yekê, Îmrali ji bo kurdan aştiya civakê xaleke herî hesas e." Turk, destnîşan kir ku di bin hemû şertên ne baş de Ocalan ji bo aştiyê tekoşînê dide û ji bo vê yekê nexşerî amade kir û bêçalakitiya PKK'ê û hatina komên aştiyê jî mînakên herî berbiçav in. Turk, diyar kir ku li hemberî vana girankirina şertên Îmraliyê ne meşrû ye.

'Ocalan mifteya aştiyê ye'
Turk hikûmet hişyar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku pêvajoyeke Ocalan neyê ber çavan, wî tune bikin, riyên diyalogê venekin ev yek ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu xizmetan nake. Her wekî din bêçareseriyê dê hin kûrtir bike." Turk, da zanîn ku divê hesasiyetên gelê kurd li ber çavan bên girtin û wiha berdewamî axaftina xwe kir: "Divê bi awayekî lezgînî dest ji pergala Îmraliyê bê berdan. Divê pergala Îmraliyê wekî tehdîd û şantajê neyê bikaranîn. Ev yek dê welatê me bibe xaleke gelek talûke. Divê hajî vê talûkê hebin. Ocalan mifteya çareseriyê û aştiyê ya herî girîng e û divê wisa bê nirxandin. Divê ji bo birêz Ocalan şertên alîkariyê yên ji bo aştiyê û çareseriyê bên afirandin."
Turk, diyar kir ku heta li Tirkiyeyê pêşketinên demokratîkbûyînê yên berfirêh nebin hişmendiya heyî û rejîma niha nayê guhertin, ji ber vê yekê jî wekî DTP'ê pêvajoya demokratîkbûyînê dane destpêkirin û wiha got: "Ne israra CHP'ê û MHP'ê ya statukoparêzî û ne jî mantixê qedandinê yê AKP'ê nikare pirgirêkeke wekî ya kurd berfireh çareser bike.

'Ocalan nirxê gelê kurd e'
Turk, anî ziman ku lazim e hesasiyetên kurdan li ber çavan bên girtin û da zanîn ku hesasiyetên kurdan li ber çavan nayên girtin û wiha pê de çû: "Lazim e desthîlatdarî û muxalefet li hemberî nirxên kurdan uslubek hesas bi kar bînin. Nêzîkatiya di vê mijarê de ya bêhîstiyarî û tune hesibandin, alîkariyê dijberî çareseriyê dide neçareseriyê û rê li ber aloziyan vedike." Turk, destnîşan kir ku Ocalan nirxê gelê kurd ê sereke ye û da zanîn ku rewşa Ocalan kirine wekî îşkenceyê.

Hikûmet di nav gefan de ye
Turk, derbirî ku peymanên navneteweyî û maf û azadiya mirovan tune tê hesibandin û rewşa Ocalan tê girankirin û wiha got: "Di pêvajoya hikûmeta AKP'ê de polîtîkayên li Îmraliyê hatin pêkanîn, di gelê me de gumanên kirina alava şantaj û gefan çêkirine û guman zêdetir bûne. Di sala borî de tiştên hatin jiyîn û gel nerehet û êşandin ew pêkanînên nebaş hîn jî ji hişê me tevahan derneketiye. Pêkanînên bi zorê qusandina por, şîdeta fîzîkî hîn jî nehatin ronîkirin, berpirsiyar dernexistin pêşberî darazê.

'Me hay ji konseptê heye'
Turk, bal kişand ser êrîşên di pêvajoya dawî de li dijî kurdan û DTP'ê pêk tên jî û wiha dom kir: "Em dizanin ku bi awayekî demdirêj konseptek înkar, îmha û belavkirinê li ser me tê meşandin. Armanca vê konseptê neçareserkirina pirsgirêkê ye, her wiha tasfiyekirina hêz û rêxistina kurd e. Divê di demeke nêzîk de hikûmet dest ji van polîtîkayên şer û pevçûnê berde." Turk, bang li Serokwezîr Erdogan jî kir û xwest li şûna li derve li çareseriyê bigere bi dînamîkên hundir re li hev rûnê û li hundir pirsgirêkê çareser bike.
Turk, pirsên rojnamegeran jî bersivandin û anî ziman ku heta şert û mercên Îmralî çareser nebin dê bi awayekî xwezayî bertek û çalakiyên civakî bidomin. ENQERE (DÎHA)

No comments:

Post a Comment