03/12/2009 |
|
Endomên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ku bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qendîl û Mexmûrê hatin Tirkiyeyê, di çarçoveya ziyaretên gel de piştî Gever, Colemêrg û Bazîdê çûn navçeya Gîhadîna Agiriyê û bal kişandin tecrîda li ser Ocalan. Qasida Aştiyê Gulbahar Çîçek diyar kir ku navnîşana vê çareseriyê Îmrali û Qendîl e, lazim e Ocalan azad bibe û azadiya Ocalan misogeriya aştiyê ye. Endamên koma Aştiyê Gulbahar Çîçekçî, Nîzar Buldan, Nurettin Turgut û endamê endamê 1'emîm Koma Aştiyê ku di sala 1999'an de hat Tirkiyeyê Mehmet Şîrîn Tunç, saziyên sivîl ziyaret kirin. Çîçekçî, helwesta polîsan û êrîşên polîsan a ser girseyê rexne kir û anî ziman ku armanca wan astengiyan li pêşiya aştiyê çêkin. Endamê komê piştî ziyaretan çûn malbata Endamê 1'emîn Koma Aştiyê Îsmet Baycan ziyaret kir. Bi hişmet hatin pêşwazîkirin Endamên Komên Aştiyê ku bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qendîl û Mexmûrê hatin Tirkiyeyê, piştî navçeya Bazidê li Navçeya Giyadînê jî bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Endama Koma Aştiyê Gulbahar Çîçekçî, bal kişand Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Lazim e pêkutiyên li ser Ocalan bi dawî bibin. Divê birêz Ocalan azad bibe. Ji ber ku birêz Ocalan temînata aştiyê ye." Piştî pêşwazîkirinê girseya ku meşiya rastî mudexaleya polîsan hat û kesek birîndar bû û 5 kes jî hate binçavkirin. Di saetên sibê de ji endamên Koma Aştiyê Gulbahar Çîçekçî, Nizar Buldan, Nurettîn Turgut, Hamiyet Dînçer û Endamê Koma Aştiyê yê ku di sala 1999'an de bi banga Ocalan hatin Tirkiyeyê Mehmet Şîrîn Tunç, di ketina navçeyê de ji aliyê konvoyan mezin ve hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirînê de pankartên "Mîmarê aştiyê yê, bi rûmet Birêz Ocalan", "Hûn bi xêr hatin qasidên aştiyê", "Em çala mirinê qebûl nakin" jî hilgirtin û piştre endamên komê bi dirûşmên hatin berzkirin derbasî ber avahiya Rêxistina DTP'ê bûn. Endamên Komê ku li ser wesayîta hilbijartinê bûn, dayikên aştiyê gul û çîçek dan wan. Endama Koma Qendîlê Gulbahar Çîçekçî, diyar kir ku lazim e di çareserkirina pirsgirêka kurd de nûnerên gelê kurd muxatap bên girtin û wiha axivî: "Navnîşana vê çareseriyê Îmrali û Qendîl e. Ji bo pêvajoya aştiyê vebe hatin vir. Lê hin hêzên ku naxwazin vî gelî fam bikin hene. Lazim e em birêz Ocalan azad bikin. Ji ber ku azadiya wî misogeriya aştiyê ye." AGIRÎ © Azadiya Welat |
Thursday, December 3, 2009
‘Azadiya Ocalan mîsogeriya aştiyê ye’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment