Thursday, December 3, 2009

'Rewşa Ocalan dê pêvajoyê bixitimîne'


03/12/2009

Rêxistinên kedê girankirina şert û mercên girîgihê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê bi tundî rexne kirin û daxuyandin ku rewşa Ocalan dê pêvajoyê bixitimîne. Sekterê Giştî yê KESK'ê Emîralî Şîmşek anî ziman ku bandora Ocalan li ser gelê kurd gelek zêde ye û ligel ev yek tê zanîn jî xirabkirina şert û mercan tê wateya sabotekirina pêvajoyê.
Girankirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû sedema nerazîbûnên mezin ên li bajarên kurdan. Rêxistinên kedê girankirina şert û mercên girtîgihê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê bi tundî rexne kirin û daxuyandin ku rewşa Ocalan dê pêvajoyê bixitimîne. Sekreterê Giştî yê Haber-Sen'ê Hasan Yildiz diyar kir ku lazim e şertên girtîgehên din li Îmraliyê jî bên bicihanîn û wiha axivî: "Ocalan rêbereke siyasî yê li vî welatî hatiye qebûlkirin e. Ku hewldana wan a çareseriyê ev be, ev yek xelet e."

‘Pêvajo tê xitimandin’
Sekterê Giştî yê KESK'ê Emîralî Şîmşek anî ziman ku bandora Ocalan li ser gelê kurd gelek zêde ye û ligel ev yek tê zanîn jî xirabkirina şert û mercan tê wateya sabotekirina pêvajoyê. Şîmşek ev tişt gotin: "AKP bi israr gavên pêşiya çareseriyê veke bi cih nayne.
Bandorek mezin a Ocalan li ser gelê kurd heye. Ligel ku ev yek tê zanîn jî gavên pêvajoyê provoke bikin tên avêtin. Li ser vê yekê li Mêrsîn, Edene, Stenbol û tevahiya bajarên herêmê (bakurê Kurdistanê) kurd li ser piyan e. Çalakiyên kuçeyan bigire heta nerazîbûna girseyan derket holê. Ev polîtîkaya AKP'ê pirsgirêkê xeter dike."
Şîmşek diyar kir ku pêkanînên li Îmraliyê tên wateya lîstina bi agir û wiha pê de çû: "Ku pirsgirêk kurd dê bê çareserkirin, ev yek divê ji hêla Îmraliyê ve bê erêkirin. Bi redkirina îradeya gelê kurd pirsgirêk çareser nabe. Ev yek hatiye îspatkirin. Hemû saziyên civakî û gel ev yek daniye holê. Her wiha rewşenbîr, nivîskar, lîberal her kes çareseriya pirsgirêkê nîşan dide. Her kes rawestandina şer dixwaze. Lazim e di zûtirîn demê de şert û mercên Ocalan bên sererastkirin û bi riya diyalogê pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd bê vekirin."

Nêzîkatiya li dijî Ocalan
Sekreterê Gişî yê Tum Bel-Sen'ê Îzzettîn Alpergîn jî bi bîr xist ku Ocalan ji hêla 3 milyon û nîv kesî ve wekî îrade tê qebûlkirin û ev tişt gotin: "Kesek wiha di hucreyek 6 metrekareyî denayê girtin. Ev yek faydeyê nade demokrasiya Tirkiyeyê. Pêvajoya li Îmraliyê gel xistiye nav fikaran. Kuçeyên Stenbolê tevlihev bûne. Ev pêvajoyek gelan tîne hemeber hev e. Lazim e AKP van pêkanînên tên wateya girtina hewldana demokratîk bi dawî bike û dest ji vê polîtîkayê berde."

Bangî wezareta dadê kir
Sekretera Giştî ya SES'ê Bedriye Yorgun jî bal kişand ser mafên Ocalan û wiha pê de çû: "Îro nîqaşa çareseriya pirsgirêka kurd tê meşandin. Lê şert û mercên girtîgeha Îmraliyê zêdetir tên girankirin. Ev yek mirov dide fikirandin. Îktîdar behsa hîstiyariyên civakî dike lê niha lazim e hikûmet bi xwe hesas tevbigere. Lazim e di serî de Girtîgeha Îmraliyê û li hemû girtîgehan şert û mercên girtiyan bên sererastkirin." ENQERE (DÎHA)

No comments:

Post a Comment