Thursday, December 3, 2009

Sînemager li Amedê dicivin


03/12/2009

NAVENDA NÛÇEYAN - AMED
Konferansa Sînemaya Kurd a Navneteweyî ya di 4 û 13’ê kanûnê de ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Çandê ya Amedê ve tê amadekirin û bi piştgiriya Baylozxaneya Swêdê tê kirin li Amedê dest pê dike. Di konferansa sînemayê de gelek sînemagerên kurd dê li ser sînemaya kurdî nîqaş bikin û bên cem hev.
Konferansa Sînemaya Kurd a Navneteweyî dê 4'ê kanûnê bi fîlma Bahman Ghabadî ya bi navê "Nîvê Heyvê" ya Sînemaya Ewropayê dê bê temaşekirin û piştre jî konferans bi resepsiyonekê dest pê bike. Konferansa ku dê di 4-13'ê kanûnê de pêk bê, akademisyenên cuda yên li cîhanê, derhêner û sînemager dê tevlî bibin. Di konferansê de dê du beşên metodolojîk û tematîk ên sînemaya kurdî bêne nîqaşkirin. Bi vê armancê di nava 4 û 11'ê kanûnê de di bin navê "6 Erdnîgarî, 6 Fîlm" dê fîlmên Nîvê Heyvê (Bahman Gobadî), Min Dît (Mîraz Bêzar), Herman (Hisen Hesên Elî), Azadiya Biçûk (Yuksel Yavuz), Davîd û Leyla (Jalal Jonroy), Sifir Kîlometre (Hîner Saleem) dê bên temaşekirin. Bilî van dê bi tevlîbûna derhêner û rexnegirên fîlman xwendina fîlman bê kirin.
Panela konferansê ya yekemîn dê di 12'ê kanûnê de li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlêbûna Hiner Saleem, Hîşam Zaman, Miraz Bêzar, Hisen Hesên Elî û pêşkêşvaniya Mustafa Gundogdu di saet 13.00'an de bi navê 'Wekî pirsekê Sînemaya kurd" dê bê kirin. Ya duyemîn jî di 13'ê kanûnê de saet 13.00'an de bi navê "Bi cihkirina Sînemaya Kurd" dê bê kirin. Di panela duyemîn de Jalal Jonroy, Tîm Kennedy, Yuksel Yavuz, Hamîd Dabaşî, Ayça Çîftçî beşdar bibin. Pêşkêşvaniya wê dê Devrîm Kiliç bike.

Sînemaya kurd tê nîqaşkirin
Berpirsyarê Atolyeya Sînemaya Amedê û kordînastorê konferansê Zeynel Dogan anî ziman ku vê konferansê dişibîne xebata NÇM’ê ya ‘Şahiya Stranan’ û wiha axivî: “Konferans dê hinekî jî bibe sedema berhevkirinê û bersiva pirsên serê me. Derhêner jî dê li vir kêmasiyên xwe bibînin, lêkolîner, akademîsyen û kesên li ser sînemaya kurdî dinivîsin dê werin û li ser sînemaya kurd agahiyên xwe bi hev re parve bikin. Divê sînemaya kurd ji bo xwe bi navkirinekê bibîne ka li ku derê ye. ”

Sînemagerên hemû parçeyan tên
Dogan da zanîn ku nasnameya kurdan jî wekî axa kurdan hatiye parçekirin û wiha pê de çû: “Hem erdnîgariya me hatiye parçekirin û hem jî em di gelek mijaran de parçe bûne. Sînemaya me hatiye parçekirin, nasnameya me hatiye parçekirin mirov hatiye parçekirin. Li dîasporayê, Iraqê, Îranê, Sûriyeyê û Tirkiyeyê û gelek deverên din kurd bi sînemayê re mijûl dibin û dixwazin tiştekî bikin. Tişta ku vê parçebûnê ji holê rake hinekî jî ev konferans e. Sînemaya me ji kîjan alî ve diçe hewcedarî bi konferanseke wiha hebû.”

‘Ya girîng zimanê sînemayê ye’
Zeynel Dogan bilêv kir ku di konferansa sînemayê de rewşa sînemaya kurdî dê bê nîqaşkirin û çi sînemaya kurd e çi nîn e li ser vê pirsê rawestin û li bersiva vê pirsê bigerin. Dogan diyar kir ku mirov dikare ji bo fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê ‘Rê’ û ‘Suru’ bibêje ev fîlmên kurdî ne her wiha ji bo fîlmê Textê Reş her çiqas derhênerê wî faris be jî mirov dikare bibêje ev fîlmekî kurdî ye. Dogan mînaka zimanê wêjeyî da û wiha got: “Di wêjeyê de ya herî girîng ziman e. Ger berhemek bi kurdî nebe mirov nikare bibêje ev berhem bi kurdî ye û aîdî wêjeya kurdî ye. Tişta ku em dibêjin zimanê sînemayê dîmen in. Ya girîng ew e ku sînemaya kurd di warê dîmenê de zimanekî biafirîne.” Dogan diyar kir ku dibe ku fîlm bi du zimanan hatibe kişandin lê ger di vê fîlmê de zimanê sînemaya kurd hebe mirov dikare bibêje ew fîlma sînemaya kurd e û gelek fîlm hene zimanê wan kurdî ye lê mirov nikare bibêje ev fîlma sînemaya kurd e.”
Dogan bi bîr xist ku mijara rêzefîlm û fîlmên Tirkiyeyê yên dawî kurd in û der barê mijarê de ev tişt got: “Di rêzefîlmên ku li herêmê tên kişandin de pergalek heye û ev jî parçeyekî şerê psîkolojîk in. Ji aliyê din jî herêm di warê mijaran de dewlemend e. Li Rojava jiyaneke rûtîn heye. Niha fîlmê bûyerên ku di girtîgeha Amedê de qewimîne dikişînin. Di bername û nûçeyên kanalê de çêrî kurdan dikin di fîlma heman kanalî de qaşo wehşeta girtîgeha Amedê vedibêjin. Yanê em bifikirin ger ew kanala wê demê nûçeya girtîgeha Amedê çêbikira dê bi çi rengî nûçe çêkira?”
Dogan diyar kir ku divê kurd di sînemayê de alternatîfên xwe biafirînin û ger kesên din kurdan bidin nasîn halê kurdan xirab e û wiha pê de çû: “Yên belengaz dikin ew, yên ku dixwazin em fîlmê belengazan bikişînin dîsa ew in. Evqas îşkence wan pêk anî û fîlmê îşkenceyê dîsa ew dikişînin.” Dogan mînaka fîlmê Mahsûn Kirmizigul da û got naxwazin fîlmê berxwedana kurdan bikişînin. Ev ji bo wan fîlmekî baş nîn e. Dixwazin fîlmê kurdê belengaz bikişînin û vê belengaziyê bixin sûcê hinekan û wan wekî sedem nîşan bidin. Dixwazin fîlmê kurdê belengaz bikişînin me wekî belengaz bibînin”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment