03/12/2009 |
|
Wekîlên Serokê Koma Parlamentoyê ya DTP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, têkildarî rewşa Girtîgeha Îmralî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê girtin, bi Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn re li avahiya wezaretê hevdîtin çêkirin. Di hevdîtinê de DTP'iyan rewşa Ocalan û pirsgirêkên dijî anîne rojevê û diyar kirine ku ev yek rê li ber înfîalê vedike. Li gorî agahiyan, Ergîn diyar kiriye ku bi mijarê re eleqedar bibin û dê lêkolînekê bikin û ger pêwîst bibînin dê sererastkirinên nû çêkin. Her wiha dê DTP vê mijarê bîne rojeva Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê jî. Parlamenterê DTP’î Akin Bîrdal vê mijarê dê îro bîne rojeva komîsyonê û bixwaze ku heyeteke serbixwe bişînin Îmraliyê. |
Azadiya Welat
No comments:
Post a Comment