|
03/12/2009 |
|
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama, stratejiya xwe ya nû ya Afganistanê aşkera kir û da zanîn ku dê 30 hezar leşkerên din jî bişînin Afganistanê. Bi vê yekê dê hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Afganistanê bigihîje 100 hezarî. Barack Obama amadekariyên vê stratejiya nû di 3 mehan de bi dawî kiriye û stratejiya xwe di axaftina xwe ya ku li Akademiya Leşkerî ya New York Westê kir de aşkera kir. Obama berî ku biryara xwe aşkera bike bi Serokomarê Afganistanê Hamid Karzaî re axivî. Obama vê biryara xwe wiha rave kir: “Ez wekî serfermandar fikirîm û min bir –a şer- da ku şandina 30 hezar leşkerî gelek girîng e û ji bo berjewendiyên neteweyî jî bi feyde ye.” Pakistan jî di eniya şer de ye Serokê DYA’yê Barack Obama bilêv kir ku dê leşker heta çileya 2010’an li Afganistanê bi cih bibin. Obama destnîşan kir ku şer heta sînorê Pakistanê jî belav bûye û pêdiviya wan bi stratejiya dualî heye. Obama wiha pê de çû: “Em dê bi alîkariya NATO û mutefîkên xwe, pêvajoya dewirkirina ewlehiyê ya ji hêzên afganî re hêsantir bibe. Her wisa dê vekişîna me ya ji Afganistanê jî zûtir bibe. Em dixwazin ku heta tîrmeha 2011’an leşkerên xwe ji Afgansitanê vekişînin. Ger ku ez xetereya li ser ewlehiya gelê DYA û Amerîkayê ya li Afganistanê nefikiriyama, min ê hemû leşker di demeke geleke kurt de vekişanda.” NATO jî leşker dişîne Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen, derbirî ku NATO û mutefîkên wê difikirin ku 5 hezar leşkerî bişînin Afganistanê. Lê dibe ku ev hejmar zêdetir bibe jî. Rasmussen li ser axafina Obama ya ku got dê 30 hezar leşker biçin Afganistanê jî rawestiya û got ku daxuyaniya Obama, polîtîkaya DYA’yê ya Afganistanê vedibêje û wiha got: “Ez nafikirim ku ev yek jî bi NATO û Afganistanê baş be.” Li gorî Serfermandarê hêzên NATO û Amerîkayê yên li Afganistanê Stanley McChrystal, ji bo têkoşîna li dijî Talîbanê pêdivî bi 40 hezar leşkeran jî heye. Hêj jî li Afganistanê 68 hezarî wî amerîkayî, 110 leşkerên biyanî hene. 130 hezar leşkerên biyanî Piştî êrîşa 11’ê îlonê ya di 2001’an de di pêşengiya DYA’yê de operasyoneke leşkerî li ser Afganistanê hat destpêkirin û rêveberiya Talîbanê bi dawî bû. Lê hêza Talîbanê ya li welat tune nekir. Talîbanê di demên dawî de hêza xwe zêdetir kir û çalakiyên xwe zêdetir kirin. Vê jî Amerîkayê kiriye nav fikaran. Niha li dorî 68 hezar leşker li Afganistanê hene. Lê piştî daxuyaniya Obama ev hejmar dê derkeve 100 hezarî. Hejmara leşkerên biyanî yên li Afganistanê 100 hezar e lê ew jî dê li ser daxuyaniya Obama bibe 130 hezar. Azadiya Welat |
|
Thursday, December 3, 2009
Nobel Obama biryara şer da
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment