Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rêveberiya dewleta Tirk xwest ku dev ji helwestên provokatîf berdin.
Ocalan bi bîr xist ku pirsgirêka kurd pirsgirêka siyasiye û tinê dikare bi hevdîtin û diyaloga bi mûxatabên wê re were çareserkirin..
Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û derbarê pirsgirêka kurd de, peyamên girîng dan.
Ocalan bal kişand ser girîngiya pirsgirêka kurd û got, pirsgirêk bi qanûnên poşmanî û yên wekî wê çareser nabe.
Ocalan careke din ji ber hewldanên provakatîf, rêveberiya rexne li reveberiya dewleta Tirk girtin û weha got:
'Hewl didin bi riya min tevgera azadiya kurd tesfiye bikin, lê belê ez ne zarok, mirovekî bi pîvan im û wê nikaribin bi van rêbazan bigihêjin armanca xwe'.
Ocalan, ji ber ku hê jî pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka terorê nîşan didin, rêveberiya tirk hişyar kir û got: Li vir 50'î hezar kes mirine, ev şer e û li holê pirsgirêka siyasî heye'.
Ocalan got, di pirsgirêkên siyasî û şeran de alî hene û çareserî jî bi muzekare û diyaloga bi muxatabên wê re mumkun e.
Ocalan banga berpirsyariyê li rêveberiya tirk kir û got, eger ji dil tevbigerin, ew dikare paşde kişandina hêzên çekdarî jî di nav de, roleke girîng bilîze.
Ocalan ji ber kuştina Aydin Erdem xemgîniya xwe anî ziman û ji malbata wî û gelê kurd re sersaxî xwest.
Ocalan li ser doza girtina DTP'ê jî got, DTP were girtin jî, wê dawiya cîhanê neyê û têkoşîn dewam bike.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment