11/12/2009 |
serokê DTPê Ahmet Türk
Partîya Civaka Demokratîk DTP, bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîye, bi sedema kiryar û peywendîyên wê ligel PKK hate berbend kirin. Dadgeh, biryara daxistina DTPê, bi yekdengî da.
Piştî vê biryarê, parlementerîya serokê DTPê Ahmet Türk û parlamenter Aysel Tugluk jî bi dawî bûn. Ligel Turk û Tugluk, parlamentera berê Leyla Zana and gelek bajervan û rêvebirên din jî nav de 37 kes, bo 5 salan hatine berbend kirin.
Her wiha, bi kêm bûna 2 endamên parlemanê, grûba DTP li nav Meclîsa Tirkîye jî ket. DTP di parlemana Tirkîyê 21 kursî hebûn û paş vê biryarê, endamê wê ma 19 kursî. Li gorî destûra Tirkîye, partîyeke sîyasî hewceyî 20 kursîyan e, jibo ava kirina grûbek li parlemanê.
Hewall
Dagirtin (Real)
© VOA
No comments:
Post a Comment