| 20/12/2009 |
| |
| Parlamenterên Îngilistanê aşkera kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê PKK’ê ji lîsta ‘terorê’ bê derxistin û ji bo vê pêşnûmek dan parlamentoyê. Tê xwestin ku bi pêşnûmepirsê mijarê bînin rojeva parlamentoyê û hetan niha 24 parlamenteran pêşnûmepirsê îmze kirine. Parlamenterê Partiya Neteweyî ya Gallerê Hywel Williams jî ji bo şert û mercên girtîgehê yê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşnûmek pêşkêş kir. Pêşnûmeya ku tê xwestin PKK ji “lîsteya rêxistinên terorê” bê derxistin ji aliyê parlamenterê Partiya Karkerên Îngilistanê John Austîn ve hat pxêşkêşkirin. Pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurt pewîstê pê heye PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin û wek aliyê pirsgirêkê pêre diyalok bê danin. Bi Pêşniyara ku îmzaya 24 parlamenteran li binê wê ye tê xwestin ku mijarê bînîn rojeva parlamentoya Îngilistanê. Bi pêşnûmeyê ji hikûmeta Îngilistanê tê xwestin ku vegotina xwe ya ji bo PKK’ê biguhêrîne û ji bo Tirkiye dest bi diyalogê biek hikûmet zextên diplomatîk pêk bine. JI BO PKK’Ê PÊŞNÛME Pêşnûmeya mijara gotinê de wiha tê gotin: “Ev parlamneto piştgirî dide hewildana AKP û Bîzava Kurd ya ku digot ‘mafê kurdan di nav rê û rêbazên demokratîk de bi awayek adil dê bê dayîn’; Bîzava Kurd, Partiya Karkerên Kurdisanê (PKK) û Serokê wê yê girtîhê Abdullah Ocalan nas dike; ji bo pêvajoya aştiyê dest pê bike PKK agirbestek yekalî îlan bike û li ser daxwazên Ocalan ji bo hêzadan aştiya nav tirk û kurdan vegera aktîvîstên PKK’ê û penaberan wek hewildaneke erênî hatiye qeyd kirin; Her wiha daxwaza Civaka Gelên Bin Gefan ya ji bo Yekîya Ewropayê piştgirî bide PKK û Partiya Civaka Demokratîk a pişgiriya kurdan dike di cihde dibîne û dersê qeydê dike; Ji ber ku AKP pêşî li komên aştiyê girtiye û nehiştiye bikevin Tirkiyeyê xemgin in; ji bo çareseriyeke adîl bê bidestxistin pêwîsti pê dibîne ku PKK wek aliyek bê dîtin û diyalog pêre bê kirin; Dîtina PKK’ê ya wek ‘rêxistinek terorîst’ adil nabîne û heke ev helwes neguhêre û bidomê di pêşiya çareseriyê de bibe asteng; ji ber ku CHP û MHP li dijî xebatên çareseriyê dertên xemgîn in; Bang dike ku hikumet helwesta xwe biguhêre û PKK’ê wek aliyeke rewa yê pirsgirêkê bibîne; Bi boneya sazkirina îskîkrara herêmê divê hikûmet heta jê tê li ser hikûmeta Tirk bandora dîplomatîk bide meşandin ta ku Bîzava Kurd wek aliyek rewa qebûl bike û diyalogê bide destpêkirin.” Li gel xwediyê pêşnûmeyê John Austin, Peter Bottomley, Colin Breed, Ronnie Campbell, Martin Caton, Jeremy Corbyn, Ann Cryer, David Drew, Paul Flynn, Andrew George, John Hemming, Eric Illsley, Lynne Jones, David Lepper, John McDonnell, Andrew Pelling, Willie Rennie, Bob Russell, Marsha Singh, Bob Spink, David Taylor, Rudi Vis, Betty Williams, Stephen Williams ji bo pêşnûmeyê îmza dane. JI BO OCALAN PÊŞNÛME Parlamenterê Partiya Neteweyiya Gallerê Hywel Williams jî bo ku bal bikişîne ser rewşa Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênûmeyek da parlamentoya Îngilistanê. Heta niha 18 parlamenteran îmez kir. Tê diyarkirin ku bi guhertina cihê Ocalan a li Îmraliyê hê pirtir hatiye girankirin. Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku Komîteya Çavdêriya Îşkenceyê (CTP) bi awayek lezgîn biçe giravê û rewşa Ocalan di cih de bibîne. Ji hikûmeta Îngilistanê jî bi boneya başkirina şert û mercên Ocalan dixwaze li hikûmeta Tirk bandor bike. Di vê pêşnûmeyê de jî ligel xwediyê pêşnûneyê Hywel Williams, ParlamenterPeter Bottomley, Martin Caton, Jeremy Corbyn, Ann Cryer, Andrew Dismore, David Drew, Andrew George, Nick Harvey, Lynne Jones, David Lepper, Angus MacNeil, John McDonnell, Andrew Pelling, Willie Rennie, Daniel Rogerson, Rudi Vis, Robert N Wareing cih digirin. LONDON Azadiya Welat |
Sunday, December 20, 2009
"PKK’ê ji lîsteyê derxin"
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment