| 20/12/2009 |
| |
| Tevgera Demokratîk a Kurdistanê bi dehan salan e têkoşîna ku bi dayîna bedêlan meşandiye pîvan û rêgezên têkoşîna demokratîk derxistiye holê. Ev yek jî bi redkirina her cureyên ferzkirinên dewletê û bi sekna demokratîk a li gorî nirxên gelê kurd pêk hatiye. Dewletê heta niha hewl daye ku ji nava Tevgera Demokratîk a Kurdistanê hin meylan derxe holê, lê bi ser neketiye. DTP’î di hilbijartina 2007’an de ligel her cureyên astengiyê ketin meclisê, lê piştre ferzkirina ku tu yê ji PKK’ê re bêje terorîst hate kirin. Di pêvajoya dawî de hate xuyakirin ku ji wan hate xwestin piştgiriya polîtîkaya tasfiyeyê ku navê berlêvekirinê lê kirine bikin. Kesên ku dixwestin ketina Tevgera Demokratîk a Kurdistanê ya meclisê asteng bikin bi pekutiyên wiha hedef dikirin ku DTP’ê bêbandor bikin. DTP ji bo ku serê xwe li ber van pekutiyan netewand hate girtin. ARMANCA GIRTINA DTP’Ê Girtina DTP’ê hem siyasî û hem jî hiqûqî ye. Çunkî li Tirkiyeyê hemû qanûn û belgeyên hiqûqî divê li gorî qanûnên 12’ê Îlonê be. Berovajî hiqûqa gerdûnî be jî hiqûqa tirk hebûna partiyên weke yên DTP’ê qebûl nake. DTP, li gorî têkoşîna demokratîk û bi awayekî mafdar ne li gorî sînorên qanûnî ji ber meşrûiyeta gerdûnî esas digire bi pekutiyên bi vî rengî re rû bi rû dimîne. Piştî girtina DTP’ê parlamenteran dema gotin ew ê îstifa bikin, dewlet û hikûmet kete nava metirsiyê. Ji nişka ve dîtin ku meclisa wan jî, demokrasiya wan jî bi eybên xwe şilfîtazî li holê maye. Dîtin ku meclîsek bê kurd ji bo Tirkiyeyê gelekî xeternak e, tirsiyan. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî her tim ji bo demokratîkbûna siyaseta Tirkiyeyê û meclisa Tirkiyeyê jî têkoşîna di qada siyasî ya demokratîk de jî girîng dîtiye. Destnîşan kiriye ku heta tehamulî Tevgera Demokratîk a Kurdistanê nekin yekitiya demokratîk a Tirkiyeyê pêk nayê. Gotiye ku yekitiya her du gelan di meclisê de bi avakirina li ser rêgezên bingehîn ancax gengaz be. Mixabin tehamulî partiyeke ku ji bo mafên demokratîk ên neteweyî û siyasî yên gelê kurd têdikoşe nakin. Her tim xwestiye ku li gorî çarçoveya qanûnên heyî ku kurdan qebûl nake tevbigerin û bi vî rengî Tevgera Demokratîk a Kurdistanê bixe bin pekutiyan. Di azmûnên dawî de derketiye holê ku yên ji van girtinan dersan derxin divê kesên ku DTP ji meclisê vederkirine û bi helwestên xwe ev yek erê kirine bin. Em hêvî dikin ku bi vederkirina DTP’ê ya ji meclisê dîtibin ku di siyaseta Tirkiyeyê de valahiyeke çawa çêdibe. Ji bo çareseriya demokratîk a siyasî şertê destpêkê yên ewil divê tehamulî partiyeke wiha bikin. Heke ji vê girtinê dersên bi vî rengî derxistibin dê ji niha û pê de tehamulî têkoşîna demokratîk a kurdan bikin û bihêlin ku mafên xwe yên neteweyî û siyasî bînin ziman. Hewcedariya bingehîn ya demokratîkbûna Tirkiyeyê ev e. Her çiqas di bin pekutiyên giran ên siyasî hatibin hiştin jî parlamenterên DTP’ê li gorî daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara ku bi partiyeke nû siyaseta demokratîk bimeşînin girtine. Bêguman kevneşopiya DTP’ê ya nêzî 20 salan ku bi meşandina têkoşîna demokratîk dê tu carî ji pîvan û rêgezên ku bûne sekn û nasnameya xwe bernedin. Heke rêzdarî ji van pîvan û rêgezan re hebe û tehamulî partiya nû bikin, wê demê dê xwerexneya girtina partiyên berê bê dayîn. Naxêr ji bo partiya nû jî ferzkirinên berê berdewam bikin aloziya derketiye holê jî dê berdewam bike. Kevneşopiya DTP’ê tu carî ji têkoşîna siyasî ya demokratîk dûr neketiye. Ev qad jî weke qadeke girîng a têkoşîna azadiyê dîtiye. Bi dayîna bedelên giran hebûna siyaseta demokratîk a kurd bi Tirkiyeyê da qebûlkirin. Heke îro Tevgera Demokratîk a Kurdistanê dema ne li meclisê be di warê kevneşopiya demokratîk a Tirkiyeyê de valahiyekê diafirîne, ev yek jî serkeftineke girîng e. Tevgera Demokratîk a Kurdistanê li meclisê hebûna wê heke weke parçeyekî çareseriya demokratîk bê dîtin watedar e. Heke weke daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir di polîtîkaya tasfiyeyê de israr bê kirin, şukira xwe bi geşedanên ku bûne sedema aloziya van rojên dawî re bîne. SIYASETA DEMOKRATÎK Heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin dê pevçûn û alozî jî bi dawî bibin, lê tiştê ku Wezîrê Karên Hundir behs dike ne ev e. Wezîrê Karên Hundir bêyî ku mafên neteweyî û siyasî yên kurdan nas bike behsa tasfiyeya Tevgera Azadiya Kurdistanê dike. Heke hikûmet bi vê zihniyetê berdewam bike dev ji çareseriya pirsgirêka kurd bedrin, bibe faktorê neçareseriyê. Serokwezîr tiştên wekê yên Wezîrê Karên Hundir gotiye. Bi fetihkirina dilê gel ji heqê vê pirsgirêkê derkevin. Tiştên ku Tayîp Erdogan behs dike bêyî nasîna mafên neteweyî û siyasî yên kurdan bi şerê psîkolojîk ê taybet gel bixapîne û li gorî vê yekê Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bike. Heta ev zihniyeta tasfiye û xapandina gel neyê guhertin pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Di sih salên dawî bi rêbaz û amûrên cuda polîtîkaya tasfiye û xapandinê hatiye şopandin. Ligel ku Tevgera Azadiya Kurdistanê nehate tasfiyekirin, ev polîtîkayên heyê neçareserî hêj kûrtir kir. Dewleta tirk divê dest ji pekutiyên li ser Siyaseta Demokratîk a Kurdistanê berde û rêzdariyê ji têkoşîn û hêzên Siyasî ya Demokratîk ên Kurdistaanê re bike. Azadiya Welat |
| |
Sunday, December 20, 2009
Bêtehamuliya ji bo siyaseta kurd
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment