| 20/12/2009 |
| |
| Dayikên Şemiyê ku lêgerîna xwe ya edaletê didomînin cara 247’emîn li ben Lîseya Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên pankarta, "Bila winda bên peydakirin, kiryar bên darizandin" vekir û wêneyê windayan rakirin. Li ser navê komê Ozge Akman daxuyanî xwend û got ku hê jî bi sedan kesên ku di binçavan de hatine windakirin û bi hezaran cînayetên kiryarên wan ne diyar hene ku aqûbeta wan nehatiye aşkerakirin. Akman wiha got: “Wekî ku evqas êş nehatine jiyîn hin siyasetmedar daxwaza şer dikin. Bi vî rengî dixwazin dengê me yên aştiyê bibirin. Lê em vê carê destûrê nadin. Li şûna daxwaza şer, ji xizmên windayan lêborînê bixwazin û bi paşeroja xwe bibîn û berpirsyaran darizînin.” Akman xwest ku dosyaya Mustafa Sayginê ku di 3’yê hezîrena 1994’an de hatiye binçavkirin û heta niha jê agahî nehatiye girtin di çarçoveya doza Ergenekonê de bê nirxandin. Akman got ku hejteya borî li navçeya Pirsûsa Rihayê hestiyên mirovan hatine dîtin. Kesên derûdorê agahî dane malaba Mustafa Saygin. Malbatê jî serî li dogeriyê daye. Lê ji ber ku cendirme nehatine cihê kolandinê ekîbên şaredariyê cih hatiye kolandin. Akman diyar kir ku berpirsyarê windakirina Saygin leşkerên payebilind ên ku wê demê li wir pêywirdar bûn berpirsyarê vê bûyerê ne. Akman wiha berdewam kir: “Serfermandarê Giştî yê wê demê Dogan Gureş, Serokwezîra wê demê Tansu Çîller û Mehmet Agar bidarîzînin.” Akman di dawiya axaftina xwe de got ku lêpirsîna ku der barê windakirina Saygin de hatiye destpêkirin di 2006’an de bi biryara bêşopandinê bi encam bûye û Dozger dogan Kaya bialî tevgeriya ye. Ji ber vê yekê jî divê dosya careke din bê vekirin û di çarçoveya doza Ergenekonê de bê nirxandin. Piştê daxuyaniyê dayikan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist. AQÛBETA WINDAYAN PIRSÎN Di çalakiyên Amed û Êlihê de aqubeta windayan hate pirsîn. Serokê ÎHD’a Amedê Muharrem Erbey got ku ji bo êşên xizmên windayan hinekî kêm bibe divê dewlet pêvajoyeke bide destpêkirin. Li Amedê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), xizmên windayan cara 45’emîn ji bo ku aqûbeta windayan bibirsin li ber Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. KESK; egîtîm Sen, MEYA-DER û Diyar TUHAT-DER’ê jî piştgirî da çalakiyê. Serokê ÎHD’a Amedê Muharrem Erbey axivî û got ku dewlet divê bersiveke bide malbatên windayan. Erbey wiha axivî: “Kesên ku di salên 1990’î de hatin windakirin, rojnameger, mamoste, kesên ku fîkrên wan cuda û mirovên ji rêzê bûn. Ji bo ku aqûbeta wan bê aşkerakirin dewletê heta niha tiştek nekir. Ji bo ku êşên malbatan hinekî kêm bibe divê dewlet pêvajoyeke bide destpêkirin. Piştî axaftina Erbey, Sekreterê ÎHD’a Amedê Burhan Zorooglu çîroka windakirina Alî Îhsan Dagli yê ku di sala 1995’an de hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat girtin vegot. LI ÊLIHÊ ÇALAKÎ ÎHD’a Êlihê jî ji bo ku balê bikêşe li ser windayan li cadeya Gulistanê daxuyanî da. Serokê ÎHD’a Êlihê Osman Kunteş, rêveberên ÎHD’ê,xizmên windayan û gelek kesbeşdarî daxuyaniyê bû. Ji rêveberê ÎHD’a Êlihê Salîh Atsan daxuyanî xwend û çîroka windakirina Resul Saçanê ku di 1994’an de hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat girtin vegot. Piştî Atsan ji rêveberên ÎHD’a Êlihê Nîhat Ekîncî axivî. Ekîncî bi munasebeta roja Têkoşîna Mafên Mirovan a Girtîgehan axivî û got ku tecrît jî rêbazeke îşkenceyê ye û ji ber vê yekê jî ew red dikin. Ekîncî got ku Îmralî jî di nav de divê li hemû girtîgehan tecrîd bê rakirin. Ekîncî bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. . AMED / ÊLIH / STENBOL |
| |
Sunday, December 20, 2009
Xizmên windayan li kolanan bûn
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment