| 20/12/2009 |
| |
| Ji ciwanê bi navê Ferît Yalçin ku li gundê Êreniya navçeya Payîzavayê şivanî dikir ev 6 meh in xeber nayê girtin. Sadik Yalçin ku ji ber rewşa kurê xwe di nav fikaran de ye, ji ber ku endamên JÎTEM'ê ji ber windabûna kurê wî zordariyê lê dikin serî li ÎHD'a Wanê da. Ciwanê bi nave Ferît Yalçin ê 27 salî ku li gundê Êreniya navçeya Payîzavaya Wanê şivantî dikir ji 17'ê gulanê heta niha xeber nayê girtin. Malbata Yalçin piştî windabûna kurê xwe serî li Qereqola Cendirmeyan a Kirkgeçîtê dide û dixwaze kurê wan bê peydakirin. Malbata Yalçin cara duyemîn diçe qereqolê diyar dike ku kurê wan winda bûye lê tu encaman nagire. Rayedarên qereqolê jî her tim bi gotina, "Em lêkolîn dikin" malbatê vedigerîne. Malbatê bi boneya di demên dawî de kesên endamên JÎTEM'ê tên zordariyê li wan dikin, serî li Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Wanê dan. ÎFADEYA XWE GUHERT Bavê Ferît Yalçin, Siddik Yalçin diyar kir ku hind kesên nasnameya wan nizane têkildarî windabûna kurê wî malbata wî nerihet dikin û ev tişt gotin: "Bi kurê min re Beşîr Tunç jî şivantî dikir. Pêşiyê angaşt ku kurê min ketiye avê. Me jî wisa agahî da qereqolê. Piştre ji hêla Qereqola Kirkgeçîtê ve hatepirsiyarkirin û îfadeya xwe guherand û got ku ji hêla 3 kesên çekdar ve hatiye birin. Ligel van îfadeyên bi nakokî jî tu encam nehatine girtin. 3 meh piştî windabûna kurê min her tim telefon ji me re tên û gefan li me dikin. Qereqol qet li kurê min negeriya. Pêşiyê ji min dipirsîn ka kurê min li kû ye. Min ji wan re got ku ez nizanim li kû ye. Li ser vê yekê ji min re gotin ku dizanin kurê min li kû ye û ku ez bixwazin dê bînin. Min xwest ez bi wan re biaxivim. Du hefte berî niha li Wanê li parkekê em hatin cem hev. 3 kes bûn. Yek ji wan esmer û qelew hebû. dema ez ji bo serlêdanê çûyîn qereqolê min li wir dîtibû. Ji min re gotin ku dê kurê min bînin. Min jî ji wan re got bînin. Lê piştre her tim li min digerin û pirsa 'Kurê te hatiye?' dikin. Dema ez dibêjim nehatiye jî dibêjin tu derewan dikî. Li bûka min jî digerin heman pirsan dikin. Ez bi fikar im. Çima li min digerin." Yalçin anî ziman ku endamê JÎTEM'ê yên kincên HPG'iyan li xwe dikin û li herêmê digerin hene û wiha domand: "Ez bi fikar im ku kurê min di destê wan de be. Ku kurê min li cihek din bûye an jî miribûya niha zûde agahiyek derketibû. Lê heta niha me bi tu awayî nekarî xwe bigihîninê. Piştî van telefonan em bawer dikin ku kurê min di destê hind kesan de ye. Dibe kurê min di destê JÎTEM'ê de be. Yên bi min re diaxivîn dizanîn ku kurê min li kû ye." Yalçin hem ji bo peydakirina kurê xwe û hem jî têkildarî nerihetkirina bi riya telefonê serî li ÎHD'a Wanê da û alîkarî xwest. WAN - DÎHA |
Sunday, December 20, 2009
JÎTEM dîsa li ser kar e
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment