Sunday, December 20, 2009

Bihişt bû kirin dojeh


20/12/2009

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle, di civîna "Hewldana çareseriya li dijî gemerdêriyê (Tekel) û tevlêbûna demokratîk" de diyar kir ku Mezopotamya di pirtûkên pîroz de wekî bihiştê derbas dibe, lê di 85 salên dawî de ji ber polîtîkayên şaş bûye warê xizanî, sefalet û wêraniyê. Dîcle, destnîşan kir ku armanca polîtîkayên tên meşandin "mihtacê dewletê" û "Bi koçkirina rojava pêkanîna pişaftinê" ye.
Kongreya Civaka Demokratîk, (KCD), civîna "Hewldana çareseriya li dijî gemerdêriyê (Tekel) û tevlêbûna demokratîk" li Salona Resepsiyona Sumerbankê ya Amedê dest pê kir. Di civînê de Şaredarên Amedê, endam û serokên Meclîsa Giştî ya Bajêr, pispor, nûnerên saziyên sivîl û sendikayan, Parlamenterê Stenbolê Ufuk Uras, Prof. Dr. Ayşe Bugra, Prof. Erol Katırcioglu, Doç. Dr. Şemsa Ozer jî di nav de gelek akademîsyen û rojnameger amade bûn.

KARKERÊN TEKELÊ
Şaredara Baglarê ya berê Yurdusev Ozsokmenler, vekirina civînê kir û diyar kir ku ew ê bêtir li ser pirsgirêkên aboriya herêmê biaxivin. Ozsokmenler bal kişand ser êrîşa li dijî karkerên TEKEL'ê û pêkanînên li dijî karkeran rexne kir. Ozsokmenler, anî ziman ku ev xebata hewldana aboriyê gelek girîng e. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, jî anî ziman ku li herêmê pirsgirêka herî mezin cudatiya razemeniya herêmê ye. Baydemîr, destnîşan kir ku di navbera herêmên Tirkiyeyê de cudatiya razemeniyê heye û li herêmên kurdan razemenî nayê kirin. Baydemîr, da zanîn ku bi qazî nasname, ziman, çand û perwerdehiyê razemenî û pêşxistina aboriyê jî girînge û wiha got: “Li Tirkiyeyê di nava 81 bajarên de 20 bajarên herî xizan hene. Di nava van 20 bajarên xizan de jî 18 bajar jê li Herêma Rojhiat û Başûrê Rojhilat in. Ev rewş tabloya cudatiya razemeniyê datîne holê."

‘BÊDADÎ ZÊDE BÛYE’
Baydemîr, anî ziman ku sedema xizaniya herêmê ne ji ber çavkaniyên herêmî ne û wiha axivî: "Xizanî bi destê mirovahiyê û polîtikayên şaş derdikeve holê. Ev bêdadiya tê jiyin ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Her kes dixwaze ev cûdatiya razemeniyê ji holê bê rakirin. Enerjî û hêzek pir mezin heye. Divê ev hêz û potansiyela bê dîtin û derkeve zanebûnê. Rojeva Herêmî 21 û Komeleya Sarmaşik ji bo sedema xizaniya herêmê zelal bike bi avayekî zanistî lêkolîna xizaniya herêmê kir. Di vê lêkolînê de sedema xizaniyê bi avayekî berfireh xistin dest.

‘ÇAVKANIYAN TUNE DIKIN’
Baydemîr, destnîşan kir ku hemû çavkaniyên herêmê li şer têne xerçkirin û wiha dom kir: "Ger ku welatî bipirsin û bixwazin çavkaniyên herêmê li ku têne xerçkirin wê demê alîgiriya hikûmetê jî dê derkeve holê. Ger ku lêkolîn bê kirin wê bê dîtin ku çavkaniyên têne razandin tev ji bo leşkerî û şer têne razandin. Ev yek jî tu fêdê nagîne rakirin û pêşketina herêmê."

KOMKUJIYA ABORÎ
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî diyar kir ku kurdan ji bo avakirina komarê bedelên pir mezin dane, lê di makezagona sala 1924'an de rastî siyaseta înkar û îmhayê hatine. Dîcle, anî ziman ku qedexeya ziman û çanda gelekî, tê wateya komkujiya çandî û wiha axivî: "Ger ku dîsa rê li pêşiya pêşketina çavkaniyên aborî bê girtin, rêlipêşîgirtina polîtîkayên aborî û talankirina çavkaniyên aborî jî tê wateya komkujiya aboriyê."

BIHIŞT KIRIN DOJEH
Dîcle, bal kişand ser girîngî û dewlemendiya axa Mezopotamyayê û da zanîn ku di pirtûka pîroz Tevratê de Mezopotamya wekî bihiştê tê naskirin. Dîcle, daxuyand ku Mezopotamya di 85 salên dawî de ji ber polîtîkayên şaş bûye qada xizanî, sefalet û wêraniyê. Dîcle, têkildarî xizaniya herêmê wiha axivî: "Îro dema mirov hatina serê şexs li ber çavan digre, di navbera hatina serê şexs de li herêmê û bajarên rojava 11 qat ferk heye. Kurdistan herêmeke hundirê Tirkiyeyê ye. Lê belê ne çol e. Ji sedî 70 ceyrana Tirkiyeyê ji bendavên Kurdistanê têne afirandin. Dîsa ji sedî 95 petrola Tirkiyeyê ji Kurdistanê tê derxistin. Her wiha dîsa Kurdistan ji aliyê krom, sifir û uranyumê ve pir dewlemend e. Dîsa di warê çavkaniya avê de li Rojhilata Navîn xwedî roleke pir girîng e. Dîsa di qada çandinî û sewallariyê jî bi heman rengî xwedî rolek pir mezin e. Lê belê li gel van çavkaniyan, ji ber ku razemenî nehatiye kirin û pevçûn tê meşandin hemû çavkaniyên herêmê li şer têne xerçkirin."

30 PAKÊTÊN ABORÎ!
Dîcle, bal kişand ser encama pevçûnan û wiha dom kir: "Ji ber pevçûnên herêmê, tev wêran bûye. Hikûmetên Tirkiyeye ji bo çavê gelê herêmê bigre di 25 salên dawî de 30 pakêtên aborîyê aşkera kirin. Lê tu pakêk neketine jiyanê. Projeya GAP'ê ya ceyranê xistin jiyanê, lê belê ji bo çandinî û avdaniyê tu proje nexistin jiyanê. Polîtikayên aboriyê bi zanebûn tên meşandin. Bi van polîtîkayan tê xwestin mirovên me bi birçîbûnê terbiye bikin. Dixwazin Kurdistanê bê mirov bihêlin. Dixazin mirovan birçî u tî bihêlîn û neçarî koçberiyê bikin. Bi koçberiyê tê xwestin hem bi erzanî xizmeta rojava bikin û hemjî bi erzanî asîmile bibin. Çerxa polîtîkayê ku bi deh salan e li ser gelê herêmê tê meşandin polîtîka bi birîçûnê terbiyekirin û pişaftinê ye." AMED / DÎHA

No comments:

Post a Comment