| 20/12/2009 |
| |
| Serpêhatiya Necmî Oral ê 19 salî ku di dema şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê de rastî êrîşa endamek JÎTEM'ê hat û jiyana xwe ji dest da, wekî serpêhatiya gelek ciwanên kurd bi agahiyên xeyalên nîvîmayîn dagirtiye. Oral ku ji bo debara malbatê lîse di nêviyê de hiştiye û hewl dida ji derve xilas bike, bi xebitîna bajarên tirkan gelek caran ji malbatê jî dûr maye. Di 12'ê kanûnê de bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê li navçeya Kopê ya Mûşê çalakiyek hatibû lidarxistin. Endamê JÎTEM'ê Turan Bîlen bi keleşînkovê gel gulebaran kiribû û di encamê de Necmî Oral (19), Kemal Agca (45) hatibû qetilkirin û 8 kes jî hatibûn birîndarkirin. Rayedarên hikûmetê ku ji Serokwezîr heta wezîran êrîşkar Bîlen parast, deriyê qetilkirina kurdan jî vekirî hiştin. Lê serpêhatiya ciwanê kurd Oral jî bi gelek hêvî û xweziyên nîvîmayîn, bi dawî bû. HEM DIXEBITÎ HEM DIXWEND Oral di 1’ê çileya 1990'an de li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bûye. Piştî pola 8'an qedand ji ber sedemên aborî neçar ma ku dest ji dibistanê berde. Oral ji ber ku rewşa malbatê ya aborî ne baş bû, çû Çanakkaleyê di înşîatan de xebitî û hewl da bibe alîkarê aboriya malbatê. Lê rewşa endamên malbatê yên din barê Oral girantir dikir. Ji bo xwîşka wî ya li pola 3'yemîn a Beşa Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê biqedîne zêdetir dixebitî. Her wiha ji bo birê wî Sînan Oral ê dilê wî qul bê tedawîkirin jî di bin barekî giran de bû. Ji bo vê yekê tevahiya salê li Stenbol û Çanakkaleyê di înşîatan de dixebitî. Ligel hemû zehmetiyan Oral dest ji dibistanê bernedida. Bi vê armancê îsal dest bi lîseya salmehî qeyda xwe çêkiribû. Oral dixwest ji derve lîseyê xilas bike û bikeve Zanîngeha Dîcleyê ku di xeyala wî de bû. Oral ku ji hêla hemû kesên derdorê ve bi rêzdarî û hezkirinek mezin dihat pêşwazîkirin, di heman demê de bi hunerê re jî eleqedar dibû. Xeyalek Oral jî nivîsandina besteyên kurdî gotina wan a bi gîtara lê dixist bû. Ji bo vê yekê Oral diçû qursa gîtarê jî. Gîtar û bateriya mamosteyê gîtarê ji bo demekê dayê hêj li mal dimîne. Oral ji ber hezkirina mûzîka kurdî dê qafeyek vebikire û li wir mûzîka kurdî ya zindî pêşkêş bikira. Oral ku pir ji kevokan hez dikir, ji ber ku pereyê kirîna kevokan tune bûye, niha de heta derfet çê dibin li hewşa pişta malê hêlîna kevokan jî çêkiriye. Xwîşka Oral, Hayat Oral diyar kir ku kesek ji derdora xwe re gelek hestiyar bûye û ji ber vê yekê her tim di nav çalakiyên civakî û çandî de bûye. Hayat Oral anî ziman ku her tim ji bo jiyanek bi rûmet û aştiyê hewl daye û ji ber vê yekê hemû kes pir jê hez kiriye. Oral diyar kir ku birê wî ji malbatê yê herî bi berxwedêr bû û ji ber vê yekê bûye hedefa faşîstan. Hayat Oral nerazîbûn nîşanî Qaymeqam û Walî da ku bûyer wekî pevçûna di navbera du malbatan de nîşan dane û wiha got: "Tu eleqeya me bi vî kesî re tune ye. Lê me dizanîbû ku bi polîs û tîmên taybet re di têkiliyê de ye. Ev senaryoyek ji hêla hêzên tarî ve hatiye amadekirin. Înkara mirovan xayîntiya herî mezin e. Terorîzma herî mezin e. Birê min ji bo dayîk negirîn dixebitî lê hikûmet û rayedarên dewletê ji bo dayîk bigirîn siyasetê dikin." 'DEWLETÊ BIRÊ MIN KUŞT' Oral diyar kir ku dewletê birê wê kuştiye û wiha domand: "Yê birê min qetilkirî ev 20 sale wekî alav û pêlîstokek dewletê hatiye bikar anîn. Endamê JÎTEM'ê ye. Ji bo kevirekê biparêze bi sedan polîsan tînin lê ji bo birê min tiştek nekirin. Gelo hewldana demokratîk a hikûmetê qetilkirina Necmî bû. Bi gotina 'Meseleya eşîretê ye' dixwazin mijarê ji dewletê dûr bixin." Têkildarî pirsa "Hûn dê gilî bikin jî" Oral bersiva, "Em dê kî ji kî re gilî bikin? Em gilî bikin dê çibibe û nekin dê çibibe" da û bêbaweriya xwe ya li hemberî edaletê anî ziman. DÎHA |
Sunday, December 20, 2009
Xeyalên Oral di nîviyê de man
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment