| 20/12/2009 |
| |
| Endama PAJK’ê Sulbus Perî pêvajoya guhertina şert û mercên Îmraliyê û polîtîkayên dewletê nirxand. Sulbus Perî wiha got: “Sîstema îşkenceya Îmraliyê bi biryara 17’ê mijdarê kete pêvajoyeke nû. Xwestin ku têkoşîna azadiya gelê kurd di şexsê Rêber Apo de biqidînin. Ji ber vê yekê jî Îmrali hem di warê îşkenceya fîzîkî û hem jî psîkolojîk de kirin navenda îşkenceyê ya sîstematîk. Bi vî rengî xwestin Rêber Apo teslîm bigirin û têkoşîna azadiya gelê kurd tasfiye bikin. Ocalan 11 sal in rastî îşkenceyeke sîstematîk tê û bi vî rengî xwestin îradeya wî bişikênin û teslîm bigirin. Lê wî di serî de komploya li hemberî gelê kurd ferq kiriye bi paradîgmayeke nû ev komplo têk bir. Herî dawî jî ji bo aştiyeke mayînde ya li Tirkiye û Kurdistanê nexşerê amade kir û xwest pêşkêşî raya giştî bike. Lê hikûmeta AKP’ê nexşerê neda û bi vî rengî xwest Ocalan derveyî pêvajoyê bigire û bêbandor bihêle. ‘Hewldana çaraseriyê’ ya ku li ser tasfiyekirin û teslîmiyeta Rêber Apo pêş xistin jî li ser bêbandorkirina Ocalan xwestin bixin dewreyê. Lê girankirina tecrîdê û biryara dawî ku li Îmraliyê xistin dewreyê bi awayeke zelal rûye ras a Hikûmeta AKP’ê dewletê derxist holê.” DIXWAZIN TASFIYE BIKIN Endama PAJK’ê Sulbus Perî got ku dewlet gavên ku ji aliyê Tevgera Azadiya Gelê Kurd ve tên avêtin baş nanirxîne û wekî zaîfî dibîne û wiha berdeam kir: “Wekî her carê di vê pêvajoyê de jî xwestin kurdan tasfiye bikin û têk bibin. Gavên ku ji aliyê kurdan ve hatine avêtin bi awayekî zeîfî nirxandin. Pêkanînên xwe yên li hemberî gel, Rêber Apo û gerîla dijwar kirin. Lê îşkenceya Îmraliyê bi berxwedana Rêber Apo û gelê kurd têk çû. Ez dikarim bibêjim ku xeta teslîmiyetê ya dewleta tirk, hevkarên wî û bi taybetî jî ya Hikûmeta AKP’ê têk çû. Ji ber vê yekê jî xwestî sîstema Îmraliyê veguherînin asteke cuda. Ango îmhakirina fîzîkî ya Rêber Apo anîn rojevê. Îradeya ku bi îşkenceyê nekarîn teslîm bigirin vê carê xwestin bi xistina ‘çala mirinê’ dixwazin tune bikin. Ev jî tê wateya roj bi roj darvekirinê.” ŞERMA MIROVAHIYÊ YE Sulbus Perî got ku dewletê bi rengî mîmarî herî baş û rasteqîn yê biratiya gelê kurd û tirk terkî “çala mirinê” hatiye kirin. Sulbus di berdewama axaftine xwe de wiha got: “Sîstema Îmraliyê şerma mirovahiyê ye. Kesên ku ji xwe re dibêjin ‘ez mirov im’ û li wî welatî di nava aştî û biratiyê de dixwaze bijî divê li hemberî vê sîstemê derkeve û bêdeng nemîne. Ji ber ku riya bihevrejînê û biratiyê bi diyalog û muxabatgirtina Rêber Apo re derbas dibe. Ev rastî gelek caran derketiye holê.” Sulbus Perî di axaftina xwe de bal kişand li ser nexşeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wqiha got: “Hikûmeta AKP’ê ligel ku di çareseriyê de rola Rêber Apo dizane jî nexşeriya wî desteser kir û ji gel veşart. Ligel hewldanên Rêber Apo hikûmetê plana xwe ya tasfiyeyê pêş xist. Ev pêkanîn niyeta hikûmetê diyar dike.” Perî diyar kir ku li hemberî van pêkanînan gelê kurd li Kurdistanê û li her deverê ku lê dijî berxwedana xwe ya demokratîk derdixe holê. Ji ber ku gelê kurd baş dizane ku di şexsê Rêberê PKK’ê de dewlet dixwaze îrade û nasnameya gelê kurd bê şikandin û kuştin. Sulbus Perî di dawiya axaftina xwe de bang li dewletê jî kir û got ku divê di demeke kin de Ocalan ji “çala mirinê” bê derxistin û şert û mercên wî bê başkirin. BEHDÎNAN - ANF |
| |
Sunday, December 20, 2009
Îradeya kurdan dê ‘çala mirinê’ têk bibe
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment