| 16/12/2009 |
| |
| Serokê PES’ê Nyrup Rasmussen, bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku DTP di çareseriya pirsgirêka kurd de xwedî roleke bingehîn bû û bi dilsozî kar dikir. Rasmussen biryara Dadgeha Destûra Bingehîn wek metirsîneke mezin nirxand û got: “Girtina partiyeke siyasî ku ji bo çareseriyê kar dikir, tê wateya ne- çareseriya pirsgirêka kurd. Biryara girtina DTP’ê, nîşana paşketina demokrasiya li Tirkiyeyê ye. Rasmussen da zanîn ku PES’ê endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê destek dikir û got: “Biryarê em şaş û metal hiştin. Biryara girtina DTP’ê wê bandoreke neyînî li me bike û pêwist e were zanîn ku ev biryar dê pêşî li endametiya Tirkiyeyê bibe astengiya herî mezin.” Rasmusen da zanîn ku demokrasî û mafên hindikahiyan bi riyên diyalogê û bi rêbazên derî eskerî û zordestî tên parastin û wiha pê de çû: “Lê Tirkiyeyê her demsal operasyonên eskerî û êrîşkariya polîsan dibe. DTP, rola kilîda çareseriyê bû, eniya hiqûqê jî ev kilîd şikand.” BRUKSEL Biryar biryara zext û gefan e Serokê Koma Çepgir a Parlamena Ewropayê (PE) Lothar Bisky jî girtina DTP’ê bi tundî rexne kir û mesaja piştgiriya kurdan da. Di mesajê de vegot ku di têkoşîna kurdan de, çareserî, careke din bû hilm û firiya çû. Lothar Bisky, destnîşan kir ku bi girtina DTP’ê, Tirkiyeyê meşruiyeta bi eniya kurd re ji holê rakir. Bîsky wiha pê de çû: “Biryar biryara destpêka ji nû ve zext û zorê ye. Biryara girtina DTP’ê, pêkanîna karên keyfî û zordestiya li ser hebûna gelê kurd e û dûrkirina Tikiyeyê ya ji endametiya yekîtiya Ewropayê ye. Lothar Bisky herî dawî wiha got: “Em dubare dikin, ne şer û zordestî, diyalog û dilsozî dikare bibe bersiva paşerojan û bibe pêkhatina hêviyan. © Azadiya Welat |
| |
Wednesday, December 16, 2009
Rola DTP’ê diyarker bû
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment