Wednesday, December 16, 2009

Nerazîbûn zêde bûn


16/12/2009

Yekgirtû Îslamî Kurdistan (YÎK) girtina DTP'ê şermezar kir. YÎK yek ji partiyên herî nêzîkî AKP'ê tê nasîn girtina DTP'ê wek derbeya ji pêngava çareseriya gelê kurd li Tirkiyeyê binav dike. Ligel vê yekê hêj KDP, YNK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng in.
Her ku diçe piştgiriyên DTP'ê zêde dibin. Li Herêma Federal a Kurdistanê, Yekgirtû Îslamî Kurdistan (YÎK), ku wekî partiya herî nêzîkî AKP'ê tê nasîn girtina DTP'ê bi daxuyaniyekê şermezar kir. YÎK di daxuyaniya xwe de girtina DTP'ê wekî derbeya ji pêngava çareseriya gelê kurd li Tirkiyeyê binav dike.
Çavdêrek siyasî ku nexwest navê xwe aşkera bike li hemberî bêdengiya KDP, YNK û Hikûmeta Herêmê got: "KDP û YNK li benda hatina heyetek Tirkiyeyê ne. Ji bo Herêma Kurdistanê û ji ber berjeweniyên xwe jî bo tirkan tengezar nekin siyaseta bêdengiyê bi kar tînin. Serokatiya Herêmê jî tenê ji ber şermê xemgîniya xwe li hember girtina DTP'ê aniye ziman, lê girtin şermezar nekiriye."
Di daxuyaniya YÎK'ê de wiha hate gotin: "Em li bendê bûn ku hewl û pêngava siyaseta vekirinê, bi arasteya çareseriya aştiyane ji bo gelê kurd bi leztir bibe. Lê mixabin xebera girtina DTP'ê ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ya Tirkiyeyê hat îlankirin. Pirsgirêka kurd bi dirêjiya dîroka komarê Tirkiyeyê xwîn jê tê. Ev yek jî bi sedema siyaseta îmha û înkara nenaskirina kurdan dom kiriye û nehatiye çareserkirin."

HÊVIYA SERKEFTINÊ
YÎK'ê di berdewama daxuyaniyê de peyamek ji DTP'iyan re şand û wih dom kir: "Em wek YÎK'ê ji bilî sersaxiyê ji gelê kurd, em ji Tirkiye û rayedarên DTP'ê dixwazin girtina DTP'ê nekin sedema dawîlêanîna tekoşîna aştiyê. Pêwîst e xebatên xwe yên têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin. Heya ku serkeftina yekcarî ya îradeya aştî û bidestxistina mafên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyeyê berdewam bin." HEWLÊR - DÎHA

Biryara dadgehê lanet kirin
Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama xemgîniyê ya ji bo girtina DTP’ê bes dît. Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê û Yekitiya Nivîskaran a Dihokê biryara girtinê ya der barê DTP’ê de şermezar kir. Li Silêmaniyê amadekariyên mîtîngekê tê kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi peyamekê anî ziman ku ji ber girtina DTP’ê xemgîn e û xwest ku ‘berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd’ bidome. Serokatiya Herêmê ligel ku biryara girtinê şermezar dike, memnûniyeta xwe ya ji bo ‘reformên demokratîk’ anî ziman. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêviya me ew e ku biryara Dadgeha Makeqanûnê ya ji bo girtina DTP’ê rê li ber ‘berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd’ negire. Ji bo ku ev pêvajo ber bi aştiyê ve bimeşe divê alî berpirsiyariyên xwe bînin cih.”
Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê (YPK) bi daxuyaniyeke nivîskî biryara girtina DTP’ê wekî êrîşeke li hemberî gelê kurd ê li bakurê Kurdistanê dijî, nav kir û hate gotin ku pêla şovenîst dîsa li ser kar e. YPK’ê ji gelê kurd xwest ku nerazîbûna xwe ya li hemberî Tirkiyeyê bînin ziman û biryara der barê DTP’ê de hatiye dayîn qebûl nekin.

YEKITIYA NIVÎSKARAN
Yekitiya Nivîskaran a Dihokê jî bi daxuyaniyeke nivîskî biryara girtinê ya der barê DTP’ê de şermezar kir û wiha got: “Ev biryar siyasî ye û dijberî mafên hemdem e. Dijberî mafên mirovan e. Û di hamen demêde dijberî pêvajoyê demokrasî û azadiyê ye.” Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku Yekitiya Nivîskaran a Dihokê vê biryarê lanet dike û banga rêzgirtinê ya ji bo maf û azadiyên gelê kurd hate kirin.

MÎTÎNG PÊK TÊ...
Li Silêmaniyê jî amadekariyên ji bo mîtîngekê tên kirin. Bi armanca protestokirina girtina DTP’ê di 17’ê kanûnê de li Silêmaniyê mîtîngek tê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Mîtîngê ragihand ku mîtîng di 17’ê kanûnê de li Baxa Giştî saet di 1400’ê de pêk bê. Ji bo mîtîngê destûr jî hatiye girtin. HEWLÊR - SILÊMANÎ

‘Dixwazin vîna kurdan tune bikin’
Endamê KNK'ê Dr. Faîq Gulpî di daxuyaniya li ber Parlamentoya Kurdistanê bi armanca şermezarkirina girankirina şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê da, anî ziman ku Tirkiye dixwaze vîna kurdan tune bike.
Endamê KNK'ê Dr. Fayîq Gulpî li ser navê girseya bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li girtîgehê û girtina DTP'ê li ber Parlamentoya Kurdistanê çalakiyê pêk tînin daxuyaniyek da. Gulpî bal kişand ser rewşa Îmraliyê û girtina DTP'ê. Gulpî diyar kir ku dewleta tirk û hêzên ku azadiya kurdan naxwazin hewl didin ku vîna kurdan tune bikin. Gulpî bang li Parlamentoya Kurdistanê kir û wiha domand: "Lewma divê her kes bizane ku tu kes nikare vîna gelê kurd tune bike. Em bang li Parlamentoya Kurdistanê û rayedarên kurd dikin ka li gel kîjan alî ne. Ligel vîna kurdan in an ligel helwesta tunekirinê ya AKP'ê ne." Di dawiyê de Gulpî li ser navê çalakvanan bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li hemberî helwesta dewleta tirk bêdeng nemînin. HEWLÊR

‘Em ligel partiya gelê kurd DTP’ê ne’
Yekitiya Mamosteyên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî girtina DTP’ê şermezar kir û anî ziman ku bi her awayî ew ligel partiya gelê kurd DTP’ê ne.
Yekitiya Mamosteyên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî girtina DTP’ê şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirk li ser xwîna gelan, li dijî îradeya gelan bi destên nijadperestên Îttîhat -Terakî hatiye demezrandin. Hemû saziyen wî jî li ser vî bingehî hatiye birêxistin. Kesên li van saziyan jî hatine bicîhkirin, bi giranî ji devshîrme, yan jî zarokên wan hatiye hilbijartin. Ji ber vê egerê jî her tiştên wê ji normên mirovî û dadî dûr in. Ango ne dewleteke hiqûqi, dewleteke yasayî ye. Yasayên wan jî bi awayê naylonê ne, bi kîjan hêlê ve û çawa dixwazin wisa kaş dikin. Yan jî li gor daxwaziya dilê xwe diçerixînin.”
Yekitiya Mamosteyan di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Dadgeha Makeqanûnê bi xwe saziyeke siyasî ye û bal kişand ku Makeqanûna heyî ji aliyê cuntaya 12’ê Îlonê ve hatiye amadekirin. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: “Lema derfetên makzgona xwe binpêkirinê jî heye. Ji ber vê egerê tu biryareke wan ne hiqûkqî û rewa ye. Li ser bingehê vê rastiyê bi konsesûsa di navbera partiyên dewletê, leşker û îstîxbarata wan de wek darbeyeke li dijê kurdan ango DTP ku partiya îradeya gelê Kurd temsîl dikir bû, hatiye li darxistin.
Êdî ew meclîs ne meclîsa gelên tirk û kurd e. Ew tenê meclîsa Tirkan e. Ji wê jî rewabûna hemû gelên li Tirkiyê temsîlkirinê wenda kiriye. Em wek Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) vê darbeya fashîzan ya di kesayetiya DTP de li dijê gelê kurd bi destî dadgeha makzagonê ya dewleta tirk hatiye çêkirin, bi hemû nefreta dil shermezar dikin. Em bi her awayî li gel gelê xwe, ligel partiya gelê kurd DTP’ê ne.” KOLN

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment