| 16/12/2009 |
| |
| NAVENDA NÛÇEYAN – AMED Dewleta tirk bi provokasyonan bersivê dide gelê kurd. Piştî hewldanên provokasyonê yên li Colemêrg, Dolapdereya Stenbolê û Amedê duh jî li Kopa Mûşê heman dek û dolab hatin gêrandin û di encama provokasyona hêzên dewletê de 2 kes hatin kuştin û heft kes jî birîndar bûn. Li navçeya Kopê ya Mûşê di bûyera ku bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê pêk hat û rastî mudaxaleya polîs û leşkeran hat de muxtarê gundê Yoncali Kemal Agca û Necmî Oral bi guleyên rastîn hatin kuştin. Hamdullah Guvercîn, Sabît Çîftçî, Kenan Gunduz, Cuneyt Çelîk, Abdulkerîm Çelîk, Heybet Kondu, Lokman Sonmez û kesekî navî wî nehatiye hînbûn jî hatin birîndarkirin. Bi hezaran kesên bi boneya beşdarî daxuyaniyê bibin li kolana Aslan Paşa li hev kom bûn, xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Girseya beriya daxuyaniyê bidin rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. BIRÎNDARÊN GIRAN HENE Piştî bûyer li nava kolanan belav bûn leşkeran jî piştgirî da polîsan û bi guleyên rastîn mudaxaleyî girseyê kirin. Di encama mudaxaleya bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastîn hatin bikaranîn de 2 kesên bi giranî birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan. Kesên bi giranî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest dan. Hate hînbûn ku rewşa 4 birîndaran giran e. PARLAMENTER ÇÛN Piştî bûyerên li Kopê pêk hatin û di encama mudaxaleya polîs û leşkeran a bi çekan 2 kesan jiyana xwe ji dest dan parlamenterên DTP'ya hate girtin ên Mûşê Nurî Yaman û Sirri Sakik, ji Amedê çûn Mûşê. Parlamenterên Mûşê ku ji bo civîna KCD'ê hatibûn Amedê, piştî 2 kes di bûyerên li Kopê de hatin kuştin ji Amedê çûn Mûşê. Parlamenterê Mûşê Sirri Sakik, diyar kir ku ew ditirsin bûyer mezin bibin û got: "Tê gotin ku esnafekî MHP'î gulebarandiye ser girsê. Tê gotin ku hejmara kesên mirin derket 3'iyan." ÊRÎŞKAR JI JÎTEM’Ê YE Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh li tevahiya navçeyê dikandaran bi mebesta girtina DTP’ê û girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikanên xwe venekirin. Lê esnafê bi navê Turan Bîlen ku hate gotin bi eslê xwe ji erebên Mêrdînê ye, bi piştgiriya polîsan dikana xwe vekiribû. Turan Bîlenê ku hate gotin beriya niha bi JÎTEM’iyan tevdigeriya, çalakger ber bi wan ve diçû ji nava polîsan gule li gel barandin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Turan Bîlen piştî gule li gel barandin ji aliyê polîsan ve hatiye xelaskirin û piştre çalakgeran dikana wî şewitandiye. Çeka Turan Bîlen bi kar anî, hate zanîn ku bi ruxset e. Hate hînbûn ku Turan Bîlenê gule li gel barandin ji aliyê polîsan ve serbest hatiye berdan. Hate gotin ku Bîlen ji salên 1990'an heta niha bi JÎTEM'ê re dixebite û heta niha zirar daye gelek kesan. Li gorî agahiyan Bîlen di salên 1994'an de gelek caran derketiye operasyonan û di encama van operasyonan de bûye sedema mirina 4 endamên PKK'ê. Her wiha hate gotin ku Turan Bîlen di heman demê de cerdevan e. HEWLDANÊN PROVOKATÎF Beriya niha jî li Colemêrg û Amedê provokasyonên bi vî rengî pêk hatibûn. Li Colemêrgê du polîsên dixwestin gel provoke bikin rastî lînca gel hatibûn, lê bi hewldanên DTP’iyan hatibûn xelaskirin. Her wiha pêr li Amedê jî dema konvoya parlamenterên DTP’î ketiye bajar du polîsên sivîl ketibûn nava girsiyê hewl dabû ku girseyê provoka bikin. Serokê Baroya Mûşê Sabahattîn Goçmen: Bûyereke plankirî ye Sabahattîn Goçmen piştî qetilkirina Kemal Agca û Nemcî Erol çû navçeyê û diyar kir ku bûyerên li Kopê bi plankirî ne û wiha got: “Kemal Agca yê hatiye qetilkirin ji bo nexweşê xwe çûye navçeyê û tevli çalakiyê nebûye. Yanî kesên dibêjin êrîşî kargehan kirine ne rast e. Kesên ku eleqeya wan bi bûyerê re tune ye hatine qatilkirin. Heke dewlet tedbîr bigirtina tiştekî wiha ne diqewimî. Lîstikek bi zanebûn tê lîstin.” © Azadiya Welat |
Wednesday, December 16, 2009
TERORA DEWLETÊ 2 kuştî 8 birîndar
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment