Tuesday, December 1, 2009

Wezaretê, xwest peykera ji bo 3'ê kesên li Çildêranê hatin kuştin, hate çêkirin bê xerakirin

Wezaretê, xwest peykera ji bo 3'ê kesên li Çildêranê hatin kuştin, hate çêkirin bê xerakirin
Wezareta Karên Hundir, abîdeya ku ji bo xwendekarê lîseyê Îbrahîm Atayab û 2 endamên HPG'ê ku li Gundê Kelê yê li Navçeya Çildêranê ya Wanê, bi sax hatibûn girtin û înfazkirin, hatibû çêkirin, bi hinceta "Li ser xezîneya dewletê hatiye çêkirin" xwest bê xerakirin. Welatiyên li gund jî ji bo meraya ku buye mijara nîqaşê devrî malbata Atabay bikin, xebat dan destpêkirin. Parêzerê malbatê Cemal Demîr jî, diyar kir ku dê serî li rêyên hiqûqî bidin.

Malbatên xwendekarê lîseyê Îmrahîm Atabay û endamên HPG'ê Sunullah Kesercî (Sîpan) û Necmeddîn Ahmed Hasan (Necmî Afrîn) ku di 7'ê îlona 2009'an de di endamca serdagirtina Gundê Kelê hatibû binçavkirin û înfazkirin li cihê bûyerê abîdeya wan hate çêkirin. Wezîrê Karê Hundir abîdeya ku li cihê înfazkirina Atabay û 2 Endamên HPG'ê hatin çêkirin xwest bê xerakirin. Di lêpirsîna ku Wezîrê Karên Hundir daye destpêkirin de, Waliyê Wanê heyetek şand Gundê Kelê. Qeymeqamê Çildêranê jî bi hinceta "Peyker li ser mereya gund hatiye çêkirin û mera jî ya dewletê ye" biryara xerakirina peyker da.

Gundiyan nerazibûn nîşanî heyetê dan

Welatiyên li gund, nerazîbûn nîşanî heyeta ku li cihê abîdeyê lêkolîn kir, da û meşek li dar xistin. Li ser vê yekê leşker ji gund dûr ketin, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Çildêranê Metîn Adugît û rêveberên Rêxistina DTP'ê bi Qeymeqamê navçeyê Armagan Onal re hevdîtin çêkir. Di hevdîtinê de qeymekam got "Cihê peyker lê hatiye çêkirin, meraya gund e. Male dewletê ye, mixtar û heyeta gund nikare li ser biryaran bigire. Wezî Karê Hundir û walîtî li ser disekine dê bê xerakirin."

Gundî amadekeriyan dikin ku merayê devrî malbata Atabay bikin

Welatiyên li gund ku nerazîbûn nîşanî biryarê dan, diyar kirin ku mera malê gundiyan ê hevpar e û ji bo bidin malbata Atabal xebat dan destpêkirin. Welatiyan destnîşan kirin ku di rojên pêşiyê de ji bo devra mezrayê dê pêvajoya hiqîqî bidin destpêkirin.

Parêzer Demîr: Li hemberî biryarê em dê serî li rêyên hiqîqû bidin

Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzerên mexduran Cemal Demîr, têkildarî nêzîkatiya Wezîrê Karên Hundir anî ziman ku biryara derbarê peykerê de kesî ranegihandiye wan û wiha axivî: "Malbatê ji bo kurê xwe ku bawer dikin bê heq û hiqûk hatiye kuştin bîrdariyek çêkir. Armanca malbatê bibîranîna zarokê xwe bû û ji bîrnekerina buyerê bû. Cihê peyker lêhatiye çêkirin nêzî gund e, dibe ku ne mera jî be. Ger mera jî be mera aîdî kesên tuzel ên gund e. Li ser merayê kesên tuzel ên gund, ji bo berjewendiyan gundiyan ên hevpar dikarin timî bi karbînin. Di vê buyerê de wekî derfeta gund a hevpar hatiye îlankirin. Ji ber ku tevahiya gund xizmên hev in. Îbrahîm Atabay bi awayekî bêheq û hiqûq hatiye kuştin. Ev yek jî ji bo gund texrîbatek cîdî ay manevî çêkiriye. Li vir biryarek hevpar hey. Ji xwe destûra muxtar û ya heyeta yextiyaran hatiye girtin. Li hemberî vê biryarê biryarêk dijber bê girtin dê biryarek siyasî be." Demîr, bi lêv kir ku dê serî li tevahiya rêyên hiqûqî dê bidin û ger rêyên hiqûqa naxwayî bi qedin dê serî li DMME jî bidin.

Serokê Rêxistina DTP'ê ya Çildêranê Metîn Adugît ku nerazîbûn nîşanî biryarê da wiha got: "Rewşek wiha ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Daxwaza me ew e ku vê biryarê paş de bikişînin. Em dê bi rayedaran re hevdîtinên pêwîst çêkin. Em dê heta dawî şopdarên vê pêvajoyê bin."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment