Tuesday, December 1, 2009

Li Colemêrg û Dêrikê bi hezaran kes ji bo Ocalan meşiyan

Li Colemêrg û Dêrikê bi hezaran kes ji bo Ocalan meşiyan
Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yi Colemêrgê ji hêla zêdeyî 10 hezar kesî ve hate pêşwazîkirin. Li Navçeya Dêrika Mêrdînê jî bi hezaran kesên meş li dar xistin, şert û mercên Ocalan ên girtîgehê şermezar kirin.

Gerên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê vegeriyan mitîngên şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên girtîgehê. Endamên Koman Elîf Uludag, Huseyîn Îpek, Fatma Îzder, Zehra Tunç, Menekşe Soydan, Îsmaîl Ayaz, Bulent Aka, Saît Şadal û Mîkalîl Soydan, Şaredariya Colemêrgê ziyaret kirin. Şaredar Fadil Bedîrhanoglu, Serokê Rêxistina DTP'ê Huvzullah Kansu û endamên Meclisa Şaredariyê jî di nav de zêdeyî deh hezar kesî endamên komê pêşwazî kirin. Endamên komê piştî serdana şaredariyê derbasî avahiya DTP'ê bûn. Girseya dowîzên, "Zarokên Zagrokê dimeşin", "Em bi rûhê têkoşîna jinê roja xwe silav dikin", "Bila Girtîgeha Îmraliyê bê girtin" û "Em nexşeriya xwe dixwazin" hildan. Girseyê sloganên, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Gel bi we re rûmetdar e" û "PKK gel e gel li vir e" avêtin.

'Gelê kurd bêdeng namîne'

Piştî rêzgirtina bi deqeyekê Serokê Rêxistina DTP'ê Kansu balkişand ser rewşa Ocalan û wiha got: "Şert û mercên Birêz Ocalan nehatine guherandin. Em dixwazin di zûtirîn demê de ev şert û merc bên guherandin. Nexwe gelê kurd bêdeng namîne." Şaredar Bedîrhanoglu jî diyar kir ku kevokên aştiyê Colemêrg rûmetdar kirine û wiha got: "Kevokên aştiyê dê hefteyekê li Colemêrgê bimînin. Em vê hefteyê wekî hefteya aştiyê îlan dikin." Serokê MEYA-DER'ê Mîkaîl Ata jî axaftinek kir û xwest dewlet dest ji polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan berde.

'Bila şert û merc bên sererastkirin'

Piştre Endama Koma Aştiyê Elîf Uludag jî şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bi bîr xistin û ev tişt gotin: "Şideta fîzîkî bi cih anîn, jehrî kirin û niha jî xistike odeyek 6 metrekareyî. Gelê kurd vê yekê tu caran qebûl nake. Lazim e di zûtirîn demê de ev şert û merc bên guherandin û sererastkirin. Bila kes sebra gelê kurd neceribîne." Bulent Aka jî diyar kir ku tu caran dest ji şîara nasnameya azad, welatê azad û seroketiya azad berdandin. Piştî axaftinan girseya belav belav bûyî rastî mudahaleya polîsan hat û di navbera gerse û polîsan de pevçûn derket.

Li Dêrikê meşa Ocalan

Li Taxa Cevîzpinarê ya Naveya Dêrika Mêrdînê jî bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina zordariyên li hemberî Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan hatin cem hev. Girse ji vir bi sloganên dilsoziya wan a bi Ocalan re tîne ziman heta Qada Komarê meşiyan. Şaredarên Dêrik û Şemrexê jî beşdarî meşê bûn. Girseyê bi sloganên, "Em dê destên dirêjî Ocalan dibin bişkînin" û "Bêyî Serok jiyan nabe" avêtin. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Dêrikê Vahap Çerî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku heta şert û mercên jiyanî yên Ocalan tên sererastkirin dê çalakiyên xwe bi domînin. Çerî got ku 4 milyon kesî Ocalan wekî îradeya xwe qeûl kiriye û lazim e rêz li hemberî vê yekê bê girtin. Çerî got ku AKP bi agir dilîze û xwest di zûtirîn demê de şert û merc bên sererastkirin.
Piştî axaftinê girse heta avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê meşiya.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment